Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 7:3 - Kurmanji Încîl

3 Wan bike gustîl û bixe tiliya xwe, Li ser textê dilê xwe binivîse.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

3 Tu wan bi tiliyên xwe ve girêbide û wan li ser depên dilê xwe binivîse.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 7:3
11 Referans Kwoze  

Nehêle ku dilsozî û dilovanî te berdin, Wan bixe stûyê xwe, Li ser textê dilê xwe binivîse.


Lê gotina Xudan ev e: “Peymana ku ezê piştî wan rojan bi Mala Îsraêl re çêkim, ev e: Ezê Şerîeta xwe bixim nav wan û li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan û wê bibin gelê min.


“Niha here, li pêş wan, Vê yekê li ser lewheyekê binivîse, Di nivîsê de qeyd bike Ku ji bo dema bê re Bibe şahideke herheyî.


Diyar e ku hûn nameyeke Mesîh in, ku bi xizmeta me hatiye amadekirin. Ew ne bi hibrê, lê bi Ruhê Xwedayê jîndar, ne li ser nivîsdekên kevirîn, lê li ser nivîsdekên dil ên ji goşt hatiye nivîsîn.


Hergav wan li ser dilê xwe girê bide, Wan bixe stûyê xwe.


“Gunehê gelê Cihûda bi pênûsa hesin hat nivîsandin. Bi serikê wê yê ji elmas li ser textê dilê wan, Li ser qiloçên gorîgehan hate kolandin.


Ji şehrezayiyê re bêje: “Tu xwişka min î!” Fêmdariyê meriva xwe bibîne


Bila ew ji ber çavê te winda nebin, Wan di dilê xwe de biparêze.


Xudan dibêje: “Peymana min a bi wan re ev e: Ruhê min ê li ser te Û gotinên min ên min xistine devê te, Wê ji niha heta herheyî Ne ji devê te, ne ji devê ziriyeta te, Ne ji devê ziriyetên ziriyeta te bikevin.” Xudan ev yek dibêje.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite