Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 7:21 - Kurmanji Încîl

21 Wê bi gotinên balkêş ew qane kir, Bi zimanşîrîniya xwe ew da pey xwe.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

21 Wê bi gotinên xwe ew xapand û bi lêvên xwe ên tamşîrîn ew kişand.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 7:21
14 Referans Kwoze  

Çimkî ji lêvên jina çavlider hingiv diherike Û devê wê ji zeytê nermtir e.


Ku ew te ji jina çavlider Û ji zimanşîrîniya jina bêwefa biparêzin.


Rojekê Êlîşa diçû Şûnêmê. Li wê derê jineke dewlemend hebû. Jinikê zorê lê kir ku ew xwarinê bixwe. Her dema ku ew diçû Şûnêmê, ji bo xwarinê bixwe riya xwe pêdixist.


Lê wan li ber wî da û jê re gotin: «Li ba me bimîne, çimkî berêvar e û roj li ber ava ye!» Îsa bi wan re çû û derbasî hundir bû, da ku li ba wan bimîne.


Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje, Bi xweşekî, bi durûtî dibêje.


Hezkirina Mesîh me didehfîne, çimkî bîr û baweriya me ev e ku yek ji bo hemûyan mir. Nexwe hemû mirin.


Wê ev te ji jina xerab, Ji zimanşîrîniya jina bêwefa biparêzin.


Çaxê ew û maliyên xwe imad bûn, wê ji me hêvî kir û got: «Eger hûn min bawermendeke Xudan dihesibînin, kerem kin, werin mala min û li wir bimînin.» Û zor li me kir, em birin.


Û axa ji xulam re got: ‹Rabe, derkeve ser rê û sêncan, bi zorê xelkê bîne hundir, da ku mala min tije bibe.


Lê Şawûl got: “Ez naxwazim bixwim.” Lê bi zora xizmetkarên xwe û jinikê, bi ya wan kir, ji erdê rabû û li ser nivînan rûnişt.


Wekî gayê diçe ber kêrê, Wekî xezala dibeze dafikê, Ew mirov yekser ket pey wê.


Jina Şîmşon heta roja heftan li ber wî giriya. Lê di roja heftan de bersiva mamikê jê re got. Çimkî ew gelek bi ser wî de hatibû. Jinikê rabû bersiva mamikê ji xortan re got.


Li ser vê gotina min, wan çar caran xeber ji min re şand û min li gorî vê gotinê bersiva wan da.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite