2 Tu bi gotinên lêvên xwe ketî dafikê, Tu bi peyvên devê xwe hatî girtin.
2 Heke tu bi gotina devê xwe pêgirêdayî bûyî, an bi axaftina xwe hatiyî girêdan,
Devê kesê bêaqil wî helak dike, Lêvên wî ji canê wî re dafik e.
Xerab bi neheqiya lêvên xwe dikevin dafikê, Lê rast ji tengasiyê rizgar dibin.
Hûnê pûtên îlahên wan bişewitînin. Hûnê çav bernedin zêr û zîvên ser wan û ji bo xwe hilnedin. An na hûnê bikevin dafikê. Çimkî ev ji Xwedayê we Xudan re kirêt in.
Lawo, heke tu ji cîranê xwe re bûyî kefîl, Heke te destê xwe dabe xerîbekî,
Loma lawo, vê bike û xwe rizgar bike: Here xwe bavêje ber piyê wî, lavayî wî bike. Çimkî tu ketî destê cîranê xwe.