9 Yan na, tê rûmeta xwe bidî kesên din, Tê salên xwe bidî mirovên zalim.
9 Da ko şerefa xwe ji dest ne dî û salên jiyîna te me bin para zelamekî xedar;
Ma Silêmanê Padîşahê Îsraêlê bi van tevgeran gunehkar nebû? Di nava gelek miletan de padîşahekî wekî wî tunebû. Ew hezkiriyê Xwedê bû û Xwedê ew li ser tevahiya gelê Îsraêl kir padîşah. Lê belê jinên xerîb kirin ku ew bixwe jî gunehan bike.
Riya xwe ji wê jinê dûr bigire, Nêzîkî deriyê mala wê jî nebe.
Wê xerîb ji serweta te têr bibin, Wê keda te bikeve mala biyaniyekî.
Çimkî ji ber pereyê fahîşeyekê, Mirov dibe hewceyî nên. Lê jina zinakar nêçîrvana canê mirovan e.
Qeweta xwe nede jinan, Ne jî riyên xwe bide kesên padîşahan helak dikin.