Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 4:7 - Kurmanji Încîl

7 Destpêka şehrezayiyê ev e: Şehrezayiyê bi dest bixe! Her tiştê te jî here, fêmdariyê bi dest bixe.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

7 Ev e destpêka şehrezayiyê: hikmet û zanînê bikesibîne û bila eqilmendî li ber dilê te, ji her tiştî şîrîntir bibe.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 4:7
18 Referans Kwoze  

Şehrezayî sitar e, pere jî sitar e, Lê feydeya zanabûnê ev e Ku şehrezayî jiyana xweyê xwe diparêze.


Rastiyê bikire û nefiroşe, Terbiye, şehrezayî û fêmdariyê jî bikire.


Standina şehrezayiyê ji zêrê xas çêtir e, Standina fêmdariyê ji zîv baştir e.


Hê zêdetir, ez ji bo feyda zanîna bilind a Xudanê xwe Mesîh Îsa, her tiştî zirar hesab dikim. Di ber wî de min dev ji her tiştî berdaye û ez wan wek zibil hesab dikim, da ku ez Mesîh qezenc bikim


Lê Xwedê jê re got: ‹Bêaqilo, îşev canê te wê ji te bê xwestin. Îcar ew malê ku te hilaniye wê ji kê re bimîne?›


Ez bi şertên te şehreza dibim, Loma ji her riya derew nefret dikim.


lê tiştek bi tenê lazim e. Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin.»


Xezîneya bi zimanê derewîn tê çêkirin, Wekî mijê derbas dibe û dafika mirinê ye.


Zilamek tenê hebû, kesek din li ba wî nebû. Kurê wî û birayê wî jî tunebû, Dîsa jî bi şev û bi roj dixebitî Û çavên wî têr nedibûn. Ma gelo wî ji xwe re nedigot: “Ez ji bo kê bixebitim Û canê xwe ji şahiyê bêpar bihêlim?” Ev jî pûç û tiştekî xerab e.


Şehrezayiyê bi dest bixe, fêmdariyê jî. Ji bîr neke, gotinên min navêje pişt guhê xwe.


Ji herheyiyê ve, di destpêkê de, Hê beriya dinyayê, ez hatim cihê xwe.


Heke wekî zîv li wê bigerî Û wekî xezîneyê li pey wê bikevî,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite