Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 4:16 - Kurmanji Încîl

16 Çimkî heta xerabî nekin, nikarin razên, Heke ew kesekî nedin terpilîn, xewa wan nayê.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

16 Ji ber ko wan heke xerabî ne kirin, ni karin razin û heke peyayek ne xistine erdê xew ji çavê wan direve;

Gade chapit la Kopi




Methelokên 4:16
13 Referans Kwoze  

Li nav nivînên xwe ew difikire derew, Li ser riya ku qencî jê nayê dimîne, nefret nake ji derew.


Wey li wan kesên ku li ser nivînên xwe, Xerabî û neheqiyê difikirin! Ji ber ku hêzdar in, Bi hilatina rojê re fikrên wan pêk tînin.


Lê xerab wekî deryayê ne ku diçeliqe û nasekine. Ava wê herî û pîsiyê davêje derve.


Çavên wan tije zîna ye, ji gunehkirinê têr nabin û canên xilupilo dixapînin. Dilê wan hînî çavbirçîtiyê bûye, ew zarokên nifirê ne.


Çimkî lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin Û ji bo rijandina xwînê dilezînin.


Gava bû roj, rihspiyên milet, serekên kahînan û Şerîetzan li hev civiyan. Û ew anîn civîna xwe ya giregiran


Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin.


Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, Jê bizivire û derbas be.


Herdu destên wan ji bo karên xerab jêhatî ne! Serek diyarî, dadger jî bertîl dixwaze, Mezin ya ku dixwazin didin kirin. Bi vî awayî edaletê xera dikin.


Hîle û derew li ser devê wî ye, Biaqilbûn, qencîkirin ne para wî ye.


Ew bi xerakirinê şa dibin Û bi zêdehiya şaşiyê dilgeş dibin.


“Bila herkes xwe ji cîranê xwe biparêze Û bi tu birayekî xwe ewle nebe. Çimkî her bira dixapîne Û her cîran fesadiyê dike.


Îcar gava ku tu bi xwe wî bikişînî pirsyariyê, tu dikarî hemû tiştên ku em wî pê sûcdar dikin, ji wî hîn bibî.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite