Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 4:10 - Kurmanji Încîl

10 Lawo, bibihîze û gotinên min bi dest bixe Ku salên jiyana te gelek bin.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

10 Bibihîse, kurê min, gotinên min bide hişê xwe, pê salên jiyîna te pir û bêtir bibin.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 4:10
13 Referans Kwoze  

Û ji bo vê yekê jî em bê rawestin şikir ji Xwedê re dikin ku çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wisa ye, ev jî di nav we, bawermendan de dixebite.


Çimkî wê ev roj û salên emrê te dirêj bikin Û silametiya te zêde bikin.


Di tevahiya rojên xwe de hûn, zarok û neviyên we, wê ji Xwedayê xwe Xudan bitirsin û hemû emir û qanûnên wî yên ku min ji we re got pêk bînin ku emrê we dirêj be.


Jinno! Gotina Xudan bibihîzin! Bila guhê we peyva devê wî hilîne! Şînê hînî keçên xwe bikin, Bila herkes lavija şînê hînî cîranê xwe bike.


Di destê wê yê rastê de emrê dirêj, Di destê wê yê çepê de rûmet û dewlemendî hene.


Ev peyv dilsoz e û bi her awayî hêjayî qebûlkirinê ye, ku dibêje: «Mesîh Îsa hatiye dinyayê, da ku gunehkaran xilas bike» û ji wan ê herî gunehkar ez im.


Ne zîv lê şîreta min hilînin, Ji zêrê xas zêdetir zanînê hilînin.


Guh bide şêwrê û terbiyeyê qebûl bike Ku tu di rojên xwe yên mayî de şehreza bî.


Lawo, heke tu gotinên min qebûl bikî, Emrên min di dilê xwe de hilînî,


Niha hînkirina devê wî qebûl bike, Gotina wî bixe dilê xwe.


“‘Çawa ku Xwedayê te Xudan li te emir kiriye, qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te dirêj be û li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, qencî bi te bê kirin.


Bila li welatê ku Xudan bi sondxwarin dabû bav û kalên we, hûn û zarokên we, heta ku ezman li ser erdê be, hebin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite