Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 27:4 - Kurmanji Încîl

4 Xezeb xedar e, hêrs jî lehî ye, Lê kî dikare li ber hesûdiyê bisekine?

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

4 Xeyid bêrehm e, û erin mîna rabûna avê ye; lê kî dikare di pêşiya dexsê de bisekine.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 27:4
18 Referans Kwoze  

Çimkî hesûdî hêrsa mêrê wê radike, Di roja tolstandinê de, rehma wî tuneye.


Dilê rihet jiyana bedenê ye, Lê hesûdî rizîbûna hestiyan e.


«Bavikan çavnebariya Ûsiv kir û ew firotin Misrê; lê Xwedê bi wî re bû


Çimkî wî dizanibû ku wan Îsa ji çavnebarî girtiye û dane destê wî.


Bi rastî keder kesê ehmeq dikuje, Hesûdî mirovê sexik tune dike.


Em ne wek Qayîn bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku kirinên wî bi xwe xerab bûn, lê yên birayê wî rast bûn.


Lê Cihûyan çavnebariya wan kir, ji xelkên çarşiyê, hin mirovên xerab kişandin aliyê xwe, elaletek civandin û di bajêr de laleşe çêkirin, êrîşî mala Yason kirin û lê digeriyan ku wan derxin ber xelkê.


Tu min wekî morekî deyne ser dilê xwe, Wekî morekî deyne ser zendê xwe. Çimkî hezkirin wekî mirinê hêzdar e, Dilketin wekî diyarê miriyan dijwar e. Pêta wê wekî pêta êgir Dişewitîne û diqedîne.


Birayên wî jê dexisîn, lê xewna wî di hişê bavê wî de ma.


Keriyên pez û dewarên wî çêbûn û ew bû xweyê gelek xulaman. Loma jî Filîstî hesûdiya wî kirin.


Ew bi her cûreyê neheqî, neqencî, çavbirçîtî û xerabiyê tije ne. Bi çavnebarî, kuştin, pevçûn, hîle û marzikiyê dagirtî ne. Paşgotiniyê dikin,


Serokkahîn û hemû yên bi wî re ku ji mezheba Sadûqiyan bûn, bi çavnebariyê tije bûn,


Kevir giran e, sêlak jî bar e, Lê kedera kesê ehmeq ji herduyan jî girantir e.


Lê Onan dizanibû zarokên ku çêbin wê nebin ên wî. Çaxê ew çû ba jinbira xwe wî avika xwe berî erdê dida ku ziriyeta birayê xwe çêneke.


Ji wê rojê ve Dawid li ber çavê Şawûl reş bûbû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite