Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 26:5 - Kurmanji Încîl

5 Tu li gorî ehmeqiya wî bersivê bide kesê bêaqil, Ya na, wê xwe di çavê xwe de şehreza bibîne.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

5 Lê, li dînekî li gora şayestedariya wî vegerîne; da ko ew bawer ne ke ko aqil e.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 26:5
19 Referans Kwoze  

Li hember hev hemfikir bin. Ne pozbilind bin, lê bi yên ku kêm tên dîtin re, hevaltiyê bikin; xwe zana nebînin.


Dewlemend di çavê xwe de şehreza ye, Lê belengazê fêmdar dilê wî dixwîne.


Ev şahidî rast e. Ji ber vê yekê bi hişkî dengê xwe li wan hilde, da ku ew di baweriyê de saxlem bin.


Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe.


Careke din li ser pirsîna wan, wî serê xwe rakir û ji wan re got: «Di nav we de kî bêguneh be, bila kevirê pêşî ew bavêje wê.»


Tu kesekî xwe di çavê xwe de şehreza dibîne, nas dikî? Hêviya bêaqilan jî, ji hêviya wî zêdetir e.


Tu li gorî bêaqiliya ehmeqan bersiv nede wan, Nexwe tê bibî wekî wan.


Xwe di çavê xwe de şehreza nebîne. Ji Xudan bitirse, ji xerabiyê xwe bide alî.


Wey li wan kesan ku xwe Di çavê xwe de şehreza dibînin û fêmdar dihesibînin.


Xeberşandina bi destê kesê bêaqil, Wekî jêkirina lingan û vexwarina zordariyê ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite