Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 2:9 - Kurmanji Încîl

9 Wî çaxî tê fêm bikî Ku rastî, edalet, wekhevî û her riya qenc çi ye.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

9 Welê, tu ê rastî û dilpakî, û heq û edaletê, û riya qenc çi ye wê nas bikî.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 2:9
16 Referans Kwoze  

Xudan wiha dibêje: “Li ser riyan bisekinin û binêrin. Pirsa riyên herheyî bikin, Pirsa riya baş bikin û tê de bimeşin. Hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. Lê wan got: ‘Em tê de nameşin.’


Xudan, Pîrozê Îsraêl ê Rizgarkarê te wiha dibêje: “Xwedayê te Xudan ez im Ku ji bo te yê bikêr hînî te dike Û di riya tu diçiyê de te dimeşîne.”


Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.


Ez ji hemû mamosteyên xwe bêtir şehreza me, Çimkî şîretên te di fikra min de ne.


Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim, Şîret li te bikim, Çavê min li ser te ye.


Wê li wir riyeke mezin hebe, Wê jê re “Riya Pîroz” bêjin. Wê zilamê nepak di wê derê re derbas nebe, Wê ya kesên riya Xudan be. Kesên di wê riyê re derbas dibin, Ehmeq bin jî, wê jê averê nebin.


Peyva te ji bo gavên min çira ye, Ronahî ye ji bo riya min.


Riya rastan wekî ronahiya berbangê ye Ku heta nîvro her diçe ronahiyê dide.


Ez di riya edaletê de, Di nav rêçikên heq de dimeşim


Xerab ji edaletê fêm nakin, Lê kesên li Xudan digerin, bi kamilî fêm dikin.


Her kî ku bitirse ji Xudan, Ew hînî wî dike riyan.


Gava tu bimeşî, wê gavên te asteng nebin, Çaxê tu dibezî, tê neterpilî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite