Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 2:4 - Kurmanji Încîl

4 Heke wekî zîv li wê bigerî Û wekî xezîneyê li pey wê bikevî,

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

4 Heke mîna yên ko li peran digerin, tu li wê digerî û mîna xezîneyekê qedrê wê digirî û didî pey wê,

Gade chapit la Kopi




Methelokên 2:4
20 Referans Kwoze  

«Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî.


Her kesê ku di ber navê min de dev ji mal, an xwişk, an bira, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe berdaye, wê sed qatî li wan bistîne û jiyana herheyî par bistîne.


Standina şehrezayiyê ji zêrê xas çêtir e, Standina fêmdariyê ji zîv baştir e.


Wan bêriya mirinê kiriye, lê nayê, Ew ji xezîneyan bêtir lê digerin.


Îcar axa pesnê vî şahneyê bêbext da, çimkî wî aqilmendî kiribû. Çimkî zarokên vê dinyayê di danûstandina xwe de li gor dema xwe ji zarokên ronahiyê bi aqiltir in.


Zilamek tenê hebû, kesek din li ba wî nebû. Kurê wî û birayê wî jî tunebû, Dîsa jî bi şev û bi roj dixebitî Û çavên wî têr nedibûn. Ma gelo wî ji xwe re nedigot: “Ez ji bo kê bixebitim Û canê xwe ji şahiyê bêpar bihêlim?” Ev jî pûç û tiştekî xerab e.


Rastiyê bikire û nefiroşe, Terbiye, şehrezayî û fêmdariyê jî bikire.


Loma ez ji emrên te, Ji zêr, ji zêrê xas bêtir hez dikim;


Ji bo min şerîeta devê te, Ji hezaran zêr û zîvan çêtir e.


Ez şa dibim, li ser şopa şîretên te, Wek ku her dewlemendî ya min be.


Bêriya wan tê kirin, ji zêr, ji gellek zêrê xas bêtir, Ew in ji hingiv, ji hingivê dawerivandî xweştir.


Heke tu gazî têgihîştinê bikî Û dengê xwe ji bo fêmdariyê bilind bikî,


Kesên ji min hez dikin, ez ji wan hez dikim, Kesên ji dil û can li min digerin, min dibînin.


Hema wê rojê xulamên Îshaq hatin. Wan li ser wê bîra ku kolabûn agahî dayê û got: “Me av dît!”


Destpêka şehrezayiyê ev e: Şehrezayiyê bi dest bixe! Her tiştê te jî here, fêmdariyê bi dest bixe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite