9 Mirov di dilê xwe de riya xwe saz dike, Lê Xudan rêberiya gavên wî dike.
9 Mirov ji xwe re reyek dibijêre, lê yê ko, rêberiyê dike Xwedê ye.
Mirov di dilê xwe de gelek tiştan difikire, Lê ya ku dibe, armanca Xudan e.
Xudan, bi mirov dide avêtin gavan, Eger ew razî be ji riya wan.
Pîlanên dil ji mirovan e, Lê bersiva zimên ji Xudan e.
Gavên mirov ji aliyê Xudan ve têne avêtin, Wê mirov çawa bikaribe riya xwe fêm bike?
Ya Xudan, ez dizanim riya mirovan Ne di destê wan de ye. Gava dimeşin, ew nikarin gavên xwe rasterast bavêjin.
Ne şehrezayî, ne fêmdarî, ne jî şêwir heye Ku li dijî Xudan bi ser bikeve.
Ez dawiyê ji destpêkê didim bihîstin Û tiştên ji demên qedîm ve ku hê nebûne dibêjim. ‘Wê pîlana min pêk were, Ezê hemû daxwazên xwe pêk bînim.’
Karê hindik ê heq, Ji serweta neheq çêtir e.
“Sibê van çaxan, ezê yekî ji herêma Binyamînê bişînim ba te. Tê wî wekî serwerê gelê min Îsraêl bi rûnkirinê kifş bikî. Wê ew gelê min ji destê Filîstiyan rizgar bike. Min rewşa gelê xwe dît, çimkî hewar û zarîna wan gihîşte min.”
Dilê padîşah coya avê ye ku di destê Xudan de ye, Bi ku ve bixwaze, dişîne wê derê.