Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 16:4 - Kurmanji Încîl

4 Xudan her tiştî ji bo armancekê afirand, Kesê xerab jî, ji bo roja xerab.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

4 Her tiştê ko Xwedê kiriye bi qesdekê ye; mirovê xirab jî ji bona roja helaketê . . .

Gade chapit la Kopi




Methelokên 16:4
14 Referans Kwoze  

Xudanê ku bi vî awayî kir, dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike û yên ku neheqiyê dikin,


Eger Xwedê ji ber ku dixwest xezeba xwe nîşan bide û hêza xwe bide zanîn, bi bîhnfirehiyeke mezin li hember wan firaxên ku hêjayî xezebê ne û ji bo helakbûnê amade ne, ragirtibe, em çi bêjin?


Gelê min ê ku min ji bo xwe şikil dayê Ku ew pesnê min diyar bikin.


Her kesê bi navê min tê gazîkirin, Ji bo rûmeta xwe min afirandine, Şikil danê û çêkir, bînin!’”


û: «Ji bo wan bû kevirê terpilînê Û lata hilterpilînê.» Ew diterpilin, çimkî ew bi ya peyvê nakin û ji xwe ew ji bo vê yekê hatine kifşkirin.


Bi çavbirçîtiya xwe, ewê bi peyvên xapînok li ser pişta we biçêrin. Dîwanbûna ku ji berê ve ji bo wan e, dereng namîne û helaka wan naponije.


Ku di roja felaketê de xerab tên parastin Û di roja xezebê de ew ber bi ewlehiyê ve dibin.


Çimkî her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be. Amîn.


«Ya Xudan, Xwedayê me, Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî. Çimkî te her tişt afirandin Û bi daxwaza te ew afirîn û hene.»


Xwedê her tiştê çêkiribû dît ku qenc e. Bû êvar û sibe, ev roja şeşan bû.


Lê ji ber van sedeman min destûr da ku tu bijî: Ji bo hêza xwe nîşanî te bidim û tevahiya dinyayê navê min bizanibe.


Her kesê dilqure li ber Xudan kirêt e, Bawer bin bêceza namîne.


Wî her tişt di dema wî de xweş çêkir. Wî herheyîtî kir dilê mirovan. Dîsa jî mirov, karê ku Xwedê dike ji serî heta binî fêm nake.


Li xwarinê digere û dibêje: ‘Ka li ku ye?’ Dizane ku roja reş li benda wî ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite