11 Mêzîn û elbikên adil, ên Xudan in, Hemû kevirên giraniyê, karê wî ne.
11 Sihîn û çavikên di wê ên rast ji alî Xwedê ve ne; û hemî giranî jê ne.
Mêzîna bihîle li ber Xudan kirêt e, Kevirê rast ê giraniyê pê xweş e.
Kevirên hîlekar û pîvanên şaş, Herdu jî li ber Xudan kirêt in.
Wekî mêzîna destê bazirganekî, Efrayîm jî, ji xapandinê hez dike.
Ma ez mêzîna xerab Û tûrikê kevirên bihîle pak dihesibînim?
Hûn dibêjin: “Wê kengê Heyva Nû biqede Ku em dexlê xwe bifiroşin? Wê kengê Roja Septê biqede Ku em devê genimê xwe vekin? Em efayê biçûk bikin û şekelê mezin bikin. Em mêzînên bi hîle bixebitînin
Kevirên hîlekar li ber Xudan kirêt in, Mêzîna şaş ne qenc e.