6 Li mala rastan xezîneyeke mezin heye, Lê di debara xeraban de zehmetî heye.
6 Di mala dilpakan de boşiyeke mezin heye; lê karê neçeyan têr zehmet e.
Ku kesên ji min hez dikin, bikim xweyê serwetê Û xezîneyên wan dagirim.
Xezîneyên hêja û rûnê zeytê li mala şehrezayan hene, Lê bêaqil hebûna xwe jî dadiqurtîne.
Bereketa Xudan dewlemend dike, Ew kederê lê zêde nake.
Wê mala wî di firehî û dewlemendiyê de be, Rastdariya wî her û her bimîne.
û şermezariya di ber Mesîh de ji xezîneyên Misrê dewlemendiyeke mezintir hesab kir. Çimkî wî li xelata ku wê bistanda dinêrî.
Karê hindik ê heq, Ji serweta neheq çêtir e.
Mista tije ya bi rihetî, Ji kulma tije ya bi zehmetî Û ketina pey bayê çêtir e.
Hebûna biçûk a bi tirsa Xudan, Ji xezîneya mezin a bi xem û xofan çêtir e.
Mirovê qenc ji neviyên xwe re mîrasê dihêle, Lê serweta gunehkaran ji bo rastan kom dibe.
Piçek hebûna rastan, Çêtir e ji serweta xeraban.
Ehmeq terbiyeya bavê xwe kêm dibîne, Lê kesê guh dide erzşikandinê, jîr e.
Lêvên şehrezayan zanînê belav dike, Lê dilê bêaqilan ne wisa ye.
Naleta Xudan li ser mala xeraban e, Lê warê rastan pîroz û bereket dike.