Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 15:2 - Kurmanji Încîl

2 Zimanê şehrezayan zanînê baş kifş dike, Lê ji devê bêaqilan ehmeqî diherike.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

2 Zimanê eqilmendiyê şîrîniyê dide zanînê; lê devê ehmeqan dînîtiyê belav dikin.

Gade chapit la Kopi




Methelokên 15:2
14 Referans Kwoze  

Aqilmend zanabûna xwe nîşan nade, Lê dilê bêaqilan ehmeqiyê radigihîne.


Dilê kesê rast ji bo bersivê kûr difikire, Lê ji devê xeraban xerabî diherike.


Her aqilmend her kirinên xwe bi zanatî dike, Lê bêaqil ehmeqiya xwe nîşan dide.


Reb Xudan zimanê şagirtan da min Ku ez bizanibim bi peyva xwe Ji zilamê westa re bibim alîkar. Her sibe min hişyar dike, Ew guhê min hişyar dike Ku ez wekî şagirtan guhdarî bikim.


Dilê şehrezayan aqil dide devê wan, Hînkirinê li ser lêvên wan zêdetir dike.


Mirov bi bersiva maqûl şa dibe, Gotina di cih de tê gotin, çiqas xweş e!


Ji devê wan xerabî dibare, Şûr dertên ji lêvên wan. «Ma wê kî bibihîze?» dibêjîn.


Ji dilê min gotinên xweş difûrin, Ji bo padîşah ez dibêjim helbestan, Zimanê min wek qelema nivîskarek hosta.


Lêvên şehrezayan zanînê belav dike, Lê dilê bêaqilan ne wisa ye.


Xema zêde dibe xewn, Gotina zêde jî bêaqiliyê tîne.


Yê bêaqil gotinê dirêj dike. Kes nizane wê çi bibe, Ma wê kî jê re bêje, ka piştî wî çi bû?


Ku tu ferasetê bigîrî Û lêvên te zanabûnê biparêzin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite