Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 15:10 - Kurmanji Încîl

10 Terbiyeya zor ji kesê averê re ye, Lê kesê ji erzşikandinê nefret dike, wê bimire.

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

10 Yê ko ji rê derdikeve bi xurtî tête êşandin; lê yê ko pê qail na bin divê bimirin;

Gade chapit la Kopi




Methelokên 15:10
20 Referans Kwoze  

Kesê ji terbiyeyê hez dike, ji zanînê hez dike, Lê kesê ji erzşikandinê nefret dike, sexik e.


Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin.


Kurê şehreza guh dide terbiyeya bavê xwe, Lê tinazkar guhdariya erzşikandinê nake.


Kesê guh dide şîretê, li ser riya jiyanê ye, Lê kesê erzşikandinê qebûl nake, rê şaş dike.


Dinya nikare ji we nefret bike, lê ji min nefret dike, çimkî ez şahidiyê dikim ku kirinên dinyayê xerab in.


Tê bêjî: “Çawa min ji terbiyê nefret kir! Dilê min erzşikandinê kêm dît!


Wan şêwra min red kir, Tevahiya erzşikandina min kêm dîtin.


Padîşahê Îsraêlê ji Yehoşafat re got: “Yekî din jî heye. Em dikarin ji Mîxayayê kurê Yîmla şîreta Xudan bixwazin. Lê ez jê nefret dikim, çimkî li ser min qet pêxemberiya xêrê nake. Ew tenê pêxemberiya belayan dike.” Yehoşafat got: “Bila padîşah wisa nebêje.”


Ahav ji Êlyas re got: “Ya dijminê min, tu hatî dîtina min?” Wî got: “Belê ez hatim dîtina te. Çimkî te xwe firot ku tu tiştên di çavê Xudan de xerab in bikî.


Gava Ahav Êlyas dît jê re got: “Ew zilamê ku Îsraêlê xistiye nav derdan tu yî?”


Tê bêjî: “Li min xistin lê ez ne êşiyam, Li min dan lê bi xwe nehesiyam. Ezê kengê hişyar bim Ku ez dîsa vexwim?”


Ji ber ku we guh neda şêwra min Û we nexwest erzşikandina min,


Riya xeraban li ber Xudan kirêt e, Lê ew ji kesên li pey edaletê, hez dike.


Warê helakê û diyarê miriyan jî li ber çavê Xudan vekirî ye, Nexasim dilê mirovan!


Çimkî wan dev ji lipeyçûyina wî berda Û tu riyên wî nahesibînin.


Tu ji hîndariya min nefret dikî, Û gotinên min davêjî pişt gohê xwe.


Ma te dev ji Xwedayê xwe Xudanê Ku di rê de rêberiya te kir, Berneda û bi vî awayî ev neanî serê xwe?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite