8 Kesê rast ji tengasiyê rizgar dibe, Kesê xerab dikeve cihê wî.
8 Dilpak ji tengiyê xelas bibin û mirovên xerab dê bikevin şûna wan.
Bergîdana kesê rast, kesê xerab e Bergîdana dilrastan jî bêbext e.
Hêviya mirovê xerab bi mirinê tune dibe, Bendewariya hêzdariyê jî pê re.
Kesê xwedênenas bi devê xwe cîranê xwe helak dike, Lê kesê rast bi zanabûna xwe rizgar dibe.
Xerab bi neheqiya lêvên xwe dikevin dafikê, Lê rast ji tengasiyê rizgar dibin.
Xelasiya rastan tê ji Xudan, Ew birca wan e dema tengahiyan.
Daryûsê Padîşah ji hemû gel, milet û zimanên dinyayê re wiha nivîsî: “Bila silametiya we zêde bibe!