Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Methelokên 1:22 - Kurmanji Încîl

22 “Sexikno, hûnê heta kengê ji sexikiyê hez bikin? Tinazkarno, hûnê heta kengê bi tinazkirinê şa bin? Bêaqilno, hûnê heta kengê ji zanînê nefretê bikin?

Gade chapit la Kopi

Methelokên Hezretê Silêman 1947

22 Gelî bêhişan, heta kengê hon dikin bêhiş bimînin û dilê xwe bi henekan bi gotinine beredayî şa bikin û heta kengê bodile nefiran li zanînê bikin?

Gade chapit la Kopi




Methelokên 1:22
34 Referans Kwoze  

Tê bêjî: “Çawa min ji terbiyê nefret kir! Dilê min erzşikandinê kêm dît!


Çimkî wan ji zanînê nefret kir Û tirsa Xudan hilnebijart.


Xwezî bi wî mirovê ku bi şîreta xeraban rêve naçe, Bi pey gunehkaran nakeve, Li komela tinazkaran rûnanê.


Ruh û bûk dibêjin: «Were!» Û yê dibihîze bila bêje: «Were!» Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne.


Berî her tiştî vê bizanin ku di rojên dawîn de tinazkar wê derkevin, li gor xwestekên xwe rêve herin, tinazan bikin


Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin.


û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin.


Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»


Gava tinazkar tê cezakirin, sexik şehrezatir dibe, Çaxê şehreza tê hînkirin, zanîna wî zêdetir dibe.


«Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatine şandin dide ber keviran. Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin çengên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest.


Îsa bersîv da û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî! Ezê heta kengê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin vir ba min.»


Ji tinazkaran re ceza, Ji pişta bêaqilan re jî lêdan amade ye.


Tinazkar ji erzşikandinê hez nake, Ew naçe ba şehrezayan.


Tinazkar li şehrezayiyê bigere jî nabîne, Lê ji bo kesê fêmdar zanîn hêsan e.


Sexikno, bi feraset bin, Bêaqilno biaqil bin.


Û di nav mirovên sexik, Di nav xortan de, Min xortekî kêmaqil dît.


Tiralo, ma tê heta kengê razêyî? Tê kengê ji xewê rabî?


Ew tinazên xwe bi tinazkaran dike, Lê ji nefsbiçûkan re keremdar e.


Tirsa Xudan destpêka zanînê ye, Lê kesên ehmeq, şîret û şehrezayiyê kêm dibînin.


Ji bo ferasetê bide kesê sexik Û xort jî jîr û zana bin,


Ey hûn, evdalên nav gel, fêm bikin; Ey ahmeqno, hûnê kîngê bi aqil bibin?


Kîjan mirov wekî Eyûb e? Ew tinazan wekî avê vedixwe,


“Ezê heta kengê li dijî vê civaka xerab a ku li dijî min gilî û gazinên xwe dike li ber xwe bidim? Min gazinên gelê Îsraêl ên li dijî min dikin bihîstin.


Xudan ji Mûsa re got: “Hûnê heta kengê guh nedin emrên min û şerîeta min?


Piştî Mûsa û Harûn çûn ba Firewn, wan jê re got: “Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: ‘Heta kengê tê xwe li ber min nizim nekî? Gelê min berde ku xulamiya min bike.


Ji serê kolanên qelebalix diqîre, Li dergehên bajêr gotinên xwe dibêje:


Averêtiya sexikan, wan dikuje, Bêxemiya bêaqilan, wan tune dike.


Kesê qure û pozbilind, navê wî tinazkar, Karên wî bi quretiyê diherikin.


Aqilmend gava xerabiyê dibîne xwe vedişêre, Sexik xwe davêje pêş û xisarê dibîne.


Ya Orşelîm! Dilê xwe ji xerabiyê bişo ku rizgar bibî. Wê heta kengê fikrên xerab di nav te de bimînin?


Min li ser girên çolê, Kirêtiyên te, zinayên te, Hîrînên te û riswatiya fahîşetiya te dît. Wey li te ya Orşelîm! Ma tê heta kengê paqij nebî?”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite