18 Ew mirov ji bo kuştina xwe kemînê datînin, Ew canê xwe dixin dafikê.
18 Ew, xwe bi xwe kemîna datînin pêşîya xwe û çavnêriya rijandina xwîna xwe dikin
Hukmê xwe ajot, Xudan xwe da nasîn, Zilamê xerab, bi karê destê xwe bû hefsîn. Hîgayon.
Bi vî awayî Haman bi darê ku ji bo Mordexay amade kiribû ve hat daleqandin. Bi vê yekê re hêrsa padîşah jî kêm bû.
Mirovê xwîna yekî ketiye stûyê wî, Wê heta gorê bireve. Bila tu kes pişta wî negire.
Belê tu, ya Xwedê, tê wan bavêjî korta mirinê, Wê zilamên xwînî û hîlekar, nîvê rojên xwe nebînin tucar; Herçî ez im, min xwe spartiye te.
Lê tu bi rikdarî û dilê xwe yê bêtobe ji bo Roja Xezebê li hember xwe xezebê dicivînî. Ewê wê rojê, dîwana Xwedê ya dadperwer xuya bibe.
Heke ew bêjin: “Bi me re were, Em ji bo kuştina mirovan kemînê deynin, Bêsedem, kesên bêsûc bixin dafikê.
Ji xwe li ber çavê hemû teyran, Bêsedem ye danîna dafikan.
Kesê rast, digihîje jiyanê, Lê kesê li pey xerabiyê, wê bimire.
Rastiya mirovê kamil riya wî rast dike, Lê kesê xerab bi xerabiya xwe dikeve.