Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Melaxî 1:5 - Kurmanji Încîl

5 Gava çavê we vê yekê bibîne, hûnê bibêjin: ‘Xudan li derveyî sînorê gelê Îsraêl jî mezin e.’

Gade chapit la Kopi




Melaxî 1:5
14 Referans Kwoze  

Çimkî hemû karên mezin ên ku Xudan kirin, we bi çavên xwe dîtin.


“Niha rabin û dêhna xwe bidine vî tiştê mezin ku wê Xudan li ber çavê we bike.


Wê bê û bi hêza Xudan Û bi rewnaqiya Xwedayê xwe Xudan Şivantiya gelê xwe bike. Wê gel di nav ewlehiyê de bijî, Çimkî wê seranserê dinyayê Mezinahiya wî qebûl bike


Gava wan li min kir hewar, min navbera we û Misriyan tarî kir û bi ava deryayê ser Misriyan nixamt. Tiştên ku min li Misriyan kirin, we bi çavê xwe dîtin. “‘Paşê hûn demeke dirêj li beriyê man,


“We bi çavê xwe dît ku Xudan li Baal-Peorê çi kir. Xwedayê we Xudan her kesê li pey Baalê li wir ji nav we tune kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite