13 Bi ser de hûn dibêjin: ‘Ev çiqas zehmet e!’ û pozbilindiyê dikin” Xudanê Karîndar dibêje. “Gava hûn wekî qurbanê heywanên diziyê, heywanên kulek û nexweş tînin, ez ji destê we qebûl bikim?
«Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
«Gava ku hûn dua dikin, wek ên durû nebin, çimkî ew hez dikin ku li serê kuçeyan û di kinîştan de dua bikin, da ku ji aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye.
Hûn tiştekî din jî dikin: Hûn gorîgeha Xudan bi hêsiran, bi girîn û nalînan tije dikin. Çimkî êdî Xudan diyariyên we nabîne. Ew ji tiştên destê we ne razî ye.
Hûn dibêjin: “Wê kengê Heyva Nû biqede Ku em dexlê xwe bifiroşin? Wê kengê Roja Septê biqede Ku em devê genimê xwe vekin? Em efayê biçûk bikin û şekelê mezin bikin. Em mêzînên bi hîle bixebitînin
Madem wisa ye, çima hûn goşt û nanên ku min ji bo Mala xwe emir kirine kêm dibînin? Tu ji bo çi ji min bêtir rûmetê didin zarokên xwe? Ji bo çi hûn parên herî baş ê gelê min Îsraêl, ji xwe re hildidin û xwe pê qelew dikin?’
Lê belê padîşah got: “Nabe! Ezê malê te esse bi bihayekê ji te bistînim. Çimkî gava ez nekirim, nikarim qurbanên şewitandinê pêşkêşî Xwedayê min Xudan bikim.” Bi vî awayî Dawid cihê bênderê û gayên wî beramberî pêncî şekel zîvî kirî.
“Çimkî ez Xudan, ez ji edaletê hez dikim Û ji xerabî û neheqiyê nefret dikim. Ezê bi dilsozî heqdestê wan bidim, Ezê bi wan re peymaneke herheyî çêkim.
“Xwezî kesek ji we hebûya ku deriyên Pîrozgehê bi ser we de bigirta û we li ser gorîgeha min beredayî agir pênexista!” Xudanê Karîndar dibêje: “Ez ji we ne razî me û diyariyên destê we jî qebûl nakim!