12 “Bi gotina hûn dibêjin: ‘Sifreya Reb mirdar e û xwarina tê ser bêqedir e,’ hûn navê min xera dikin.
Çawa ku hatiye nivîsîn: «Ji rûyê we di nav miletan de çêrî navê Xwedê tê kirin.»
Lê hûn ji rê derketin. We gelek kes bi hînkirina xwe terpilandin. We peymana min a bi Lêwî re xera kir” Xudanê Karîndar dibêje.
Bi ser de hûn dibêjin: ‘Ev çiqas zehmet e!’ û pozbilindiyê dikin” Xudanê Karîndar dibêje. “Gava hûn wekî qurbanê heywanên diziyê, heywanên kulek û nexweş tînin, ez ji destê we qebûl bikim?
Ew serê belengazan di nav toza erdê de diperçiqînin Û bindestan li ser rê dehf didin. Bav û kur diçin heman keça ciwan Û navê min ê pîroz xerab dikin.
Lê tu bi vê yekê bûyî sedem ku dijminên wî Xudan kêm bibînin. Loma jî ev kurê te yê bûye, wê bimire.”
Ji bo ku ji Molekê îlah re di êgir de bê qurbankirin, tê tu kes ji ziriyeta xwe nedî. Tê bi vî awayî navê Xwedê xerab nekî. Xudan ez im.
“Ya Îsraêl, tu hatî hilweşandin, Çimkî te serî li dijî min, Li dijî alîkarê xwe rakir.