10 “Xwezî kesek ji we hebûya ku deriyên Pîrozgehê bi ser we de bigirta û we li ser gorîgeha min beredayî agir pênexista!” Xudanê Karîndar dibêje: “Ez ji we ne razî me û diyariyên destê we jî qebûl nakim!
Wek ku Xwedê ji we dixwaze, bi çavdêrîtî şivantiya keriyê Xwedê yê ku li ber we ye, ne ji mecbûrî lê ji dil bikin. Îcar vê ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî bikin.
Serekên bajêr bi bertîlan serweriyê dikin, Kahinên wî bi pere hîn dikin, Pêxemberên wî jî bi pere falbazî dikin. Lê wekî ku xwe spartibûn Xudan, Dibêjin: “Ma qey Xudan ne bi me re ye? Wê tiştek neyê serê me!”
Hûn çima ji min re guniyê Sebayê Û qamîşê bêhnxweş ê welatên dûr tînin?! Ez pêşkêşiyên we yên şewitandinê qebûl nakim Û qurbanên we jî, ne bi dilê min in!”
Ew rojiyê jî bigirin, ezê guhdariya lavakirina wan nekim. Ew qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê jî bidin, ezê ji wan razî nebim. Ezê bi şûr, kul û xelayê wan biqedînim.
Loma ezê jinên wan bidim kesên din Û zeviyên wan bidim dagirkeran. Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Çavê her kesî li ser qezenca neheq e. Ji pêxemberan heta kahinan, hemû hîlekar in.
Yê ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike.
Xudan li ser vî gelî wiha dibêje: “Wan ji gerê hez kir Û ji lingê xwe re nebûn asteng. Loma Xudan ji wan ne razî ye, Niha wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Wê ji ber gunehên wan, ceza bike.”
Bi ser de hûn dibêjin: ‘Ev çiqas zehmet e!’ û pozbilindiyê dikin” Xudanê Karîndar dibêje. “Gava hûn wekî qurbanê heywanên diziyê, heywanên kulek û nexweş tînin, ez ji destê we qebûl bikim?
Hûn tiştekî din jî dikin: Hûn gorîgeha Xudan bi hêsiran, bi girîn û nalînan tije dikin. Çimkî êdî Xudan diyariyên we nabîne. Ew ji tiştên destê we ne razî ye.