Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 6:56 - Kurmanji Încîl

56 Her cihên ku Îsa diçûyê, bajar be, gund be û gundik be, nexweş li ser meydanan vedizelandin û ji bo ku bi tenê destê xwe li rêşiyên kirasê wî bidin, lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê didan, qenc dibûn.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

56 Her cîyêd ku Îsa diçûyê, heger bajar bûna, gund bûna, berge bûna, nexweş bazarada dadanîn û hîvî jê dikirin ku tʼenê li rʼîşîyêd kʼincêd Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin, ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

56 Һәр щийед кӧ Иса дьчуйе, һәгәр бажар буна, гӧнд буна, бәргә буна, нәхԝәш базарада даданин у һиви же дькьрьн кӧ тʼәне ль рʼишийед кʼьнщед Ԝи кʼәвьн. У һʼәмуйед кӧ ле дькʼәтьн, жь нәхԝәшийед хԝә ԛәнщ дьбун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

56 هَچی جیه گو عیسی دِچُیه، چه گُند با چه شَهر با آن چه آواهی با، خلقه نَساخ دِدانانَ مَیدانادا و لاواهی وی دِگِرِن گو بِهلیت دَسته خو تِنه لِوا عبایه وی بِدَن؛ و هَچی کَسه دَسته خو له دِدا، شفا دِگِرت.

Gade chapit la Kopi




Marqos 6:56
15 Referans Kwoze  

Di wê navê de jinikek ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû, ji paş Îsa ve hat û destê xwe li rêşiyên kirasê wî da.


Û tevahiya elaletê dixebitî ku destê xwe li wî bidin, çimkî hêz ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.


Çimkî wî gelek kes qenc kiribûn, wisa ku yên êşên wan hebûn, ji bo ku destê xwe li wî bidin, li wî teng dikirin.


Wisa ku xelkê nexweşên xwe derdixistin kuçeyan, ew li ser doşek û şeltan vedizelandin, da ku gava Petrûs derbas bibe, qet nebe siya wî bikeve ser hinekan.


Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»


Eger îro em ji bo qenciya ku bi mirovê nexweş bûye, tên pirsyarkirin ka ew çawa sax bûye,


Lê Îsa got: «Bes e!» Wî destê xwe danî ser guhê wî û ew qenc kir.


ji pişt ve hat û destê xwe li rêşiyên kirasê Îsa da. Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya.


Rojekê gava miriyek dihat veşartin dîtin ku komeke rêbiran tê. Wan mirî avêt gora Êlîşa û reviyan. Gava mirî li hestiyên Êlîşa ket, sax bû û rabû ser piyan.


“Tê li her çar goşeyên ebayê davêjî ser xwe, rîşiyan çêkî.


Xudan ji Mûsa re got:


û ji bo ku destê xwe li rêşiyên kirasê wî bidin lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê dan qenc bûn.


Xelk bi lez li seranserê herêmê geriya, cihê ku Îsa lê bû hîn bûn û hemû nexweş bi nivînên wan ve anîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite