Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 6:41 - Kurmanji Încîl

41 Îsa her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir, nan şikandin û da şagirtên xwe, da ku ew deynin ber elaletê. Û herdu masî jî li hemû elaletê leva kir.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

41 Îsa her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber eʼlaletê. Û her du meʼsî jî li hʼemûya bela kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

41 Иса һәр пенщ нан у һәр дӧ мәʼси һьлдан, бәре Хԝә әʼзменда кьр шькьри да, әԝ нан кәркьрьн у да шагьртед Хԝә, ԝәки әԝ дайньнә бәр әʼлаләте. У һәр дӧ мәʼси жи ль һʼәмуйа бәла кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 ایجا عیسی اَو پِنج گِردَ و دو ماسی راگِرِن و بَرخودا اَسمانی و بَرکت دا وان. پاشه اَو پِنج گِردَ گَر گِرِن و دا شاگِردِت خو گو دانِنَ بَر خلقه. اَو دو ماسی ژی نابَینا همویادا لِگوَ گِر.

Gade chapit la Kopi




Marqos 6:41
22 Referans Kwoze  

Û wî emir li hemû elaletê kir ku li ser giyê rûnin. Hingê wî her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir û nan şikandin. Wî ew dan şagirtên xwe û şagirtan jî ew li xelkê belav kirin.


Çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, axîn kişand û got: «Effata!» ku tê mana «Vebe!»


Û gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan.


Û wî rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan deynin ber elaletê.


Çawa hûn bikevine bajêr, beriya ew hilkişe bilindciyê, hûnê wî bibînin. Heta ew neyê û qurbanê pîroz neke, gel dest bi xwarinê nake. Kesên gazîkirî piştî hatina wî nan dixwin. Niha herin, hûnê wî bibînin.”


Loma hûn her çi bixwin, her çi vexwin, her çi bikin, her tiştî ji bo rûmeta Xwedê bikin.


Piştî ku Îsa ev tişt gotin, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û got: «Ya Bavo, saet hat! Kurê xwe bi rûmet bike, da ku Kur jî te bi rûmet bike.


Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim.


Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şikand, da şagirtan û got: «Bigirin, ev bedena min e.»


Her tiştê ku hûn dikin, bi gotinê be an bi kirinê be, bi navê Xudan Îsa bikin û bi saya wî ji Bav Xwedê re şikir bikin.


Yê ku rojekê di ser rojeke din re digire, ji bo Xudan digire û yê ku dixwe jî ji bo Xudan dixwe, çimkî ji Xwedê re şikir dike. Û yê ku naxwe jî ji bo Xudan naxwe û ji Xwedê re şikir dike.


Ji aliyê din ve, qeyikên ku ji Teberiyayê hatibûn, gihîştibûn nêzîkî wê dera ku piştî şikirkirina Xudan, lê nan hatibû xwarin.


Hingê Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan.


Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şikand, da şagirtan û got: «Bigirin û bixwin, ev bedena min e.»


Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şikandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê.


“Hûnê bixwin, têr bibin û ji bo welatê qenc ê ku daye we, ji Xwedayê xwe Xudan re pesindanê bikin.


Piştî ku wî ev got, nan hilda, li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir, şikand û dest pê kir xwar.


Ew jî ji komên ku ji sed kesî û pêncî kesî pêk hatibûn li erdê rûniştin.


Hemûyan xwar û têr bûn.


çaxê ku min pênc nan ji bo pênc hezar mirov şikandin, ji pariyên nên we çend selikên tije dan hev?» Wan lê vegerand û gotin: «Diwanzdeh.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite