Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 6:20 - Kurmanji Încîl

20 çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

20 çimkî Hêrodes ji Yûhʼenna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhʼenna merivekî rʼast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî tʼevîhev dibû, lê dîsa bi hʼewas guh dida gotina wî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 чьмки Һеродәс жь Йуһʼәнна дьтьрсийа у әԝ хԝәй дькьр. Әԝи заньбу кӧ Йуһʼәнна мәрьвәки рʼаст у бӧһӧрти йә. Гава кӧ гӧһдарийа готьна ԝи дькьр, сәре ԝи тʼәвиһәв дьбу, ле диса бь һʼәԝас гӧһ дьда готьна ԝи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 چون گو هیرودیس ژه یحیا دِتِرسیا، بَر خاطره هِنده گو اَو مِرُوَگه صالِح و مُقدس دِزانی و له شار دِبو. وقته اَوی قِسه یحیا دِبیهیست، زُر صِفَت گِرتی دِبو. بله دیسا ژی، بِ دلخوشی گوهه خو دِدا وی.

Gade chapit la Kopi




Marqos 6:20
21 Referans Kwoze  

Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.»


Loma Hêrodês dixwest ku wî bikuje, lê ji xelkê ditirsiya. Çimkî wan ew pêxember hesab dikirin.


Yûhenna çirayeke pêketî û ronahîdar bû. We jî xwest ku hûn ji bo demekê bi vê ronahiya wî dilşa bibin.


Serekên kahînan û Şerîetzanan ev bihîstin û dest pê kirin li riyên kuştina wî geriyan. Ew ji wî ditirsiyan, çimkî tevahiya elaletê li hînkirina wî gelek şaş dima.


Yên li ser erdê kevirî hatine çandin jî ew in ku gava peyvê dibihîzin, di cih de bi şahî wê qebûl dikin,


Daniyêl bersiva padîşah da û got: “Bila diyariyên te ji te re bin, xelatên xwe jî bide hinekên din. Lê ezê dîsa jî, nivîsê bixwînim û ji te re şirove bikim.


Padîşahê min, bila şîreta min ji bo te xweş be: Bi kirinên rast, gunehên xwe û bi alîkariya ketiyan, xerabiyên xwe bişikêne û dev ji wan berde. Bi vî awayî belkî rihetiya te bê dirêjkirin.”


“Min, Nebûxadnessarê Padîşah ev xewn dît. Ya Bêlteşassar, şiroveya wê bike; çimkî hemû şehrezayên welatê min nikaribûn ji min re şirove bikin. Tu dikarî şirove bikî, çimkî ruhê îlahên pîroz bi te re ye.”


Êlîşa ket ber nexweşiyeke giran. Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê çû ba wî, li ser wî giriya û got: “Wey bavo, wey bavo! Erebeya Îsraêlê û siwarên wê!”


Gava Padîşahê Îsraêlê ew dîtin ji Êlîşa re got: “Bavo, li wan bixim? Ez li van bixim?”


Ahav ji Êlyas re got: “Ya dijminê min, tu hatî dîtina min?” Wî got: “Belê ez hatim dîtina te. Çimkî te xwe firot ku tu tiştên di çavê Xudan de xerab in bikî.


Xudan kir ku gelê Îsraêl bikeve çavê Misriyan. Jixwe Mûsa li welatê Misrê, li ber çavê karmendên Firewn û gelê wî gelekî mezin bû.


Hemû şaş û heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?»


Îcar gava serwerê parêzgerên Perestgehê û serekên kahînan ev peyv bihîstin, tevlihev bûn, gotin: «Dawiya vê yekê wê çawa bibe?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite