Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 6:14 - Kurmanji Încîl

14 Û Hêrodês padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derketibû. Hinekan digot: «Ev Yûhennayê imadkar e ku ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

14 Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derkʼetibû. Hineka digot: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Һеродәс пʼадша әв йәк бьһист, чьмки нав у дәнге Иса дәркʼәтьбу. Һьнәка дьгот: «Әва Йуһʼәннайе ньхӧмдар ә жь нав мьрийа рʼабуйә. Ләма жи пе ԝи кʼәрәмәт тенә кьрьне».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 اَوَ گَهَشتَ گوهه هیرودیسه پاشا، چون گو ناودَنگه عیسی دَرکَوته بو. هِندَ مِرُوا راستا ویدا دِگُتن: «یحیایه گو غُسلا تعمیده دِدا ژه ناو مِریادا رابویَ و ژه وه سَبَبِیَ گو قُدرَتا وان مُعجِزانَ ویدا دووهار دِگَن.»

Gade chapit la Kopi




Marqos 6:14
16 Referans Kwoze  

Çimkî peyva Xudan ji nav we derket û ne bi tenê di nav Mekedonya û Axayayê de belav bû, lê belê baweriya we ya bi Xwedê gihîşt her cihî, wisa ku êdî ne hewce ye ku em tiştekî ser ve zêde bikin.


Wê gavê hinek Fêrisî hatin û ji Îsa re gotin: «Rabe ji vê derê here, çimkî Hêrodês dixwaze te bikuje.»


Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês serwerê Celîlê bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû


Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê imadkar e, hinek dibêjin Êlyas e, hinekên din jî dibêjin yek ji pêxemberan e.»


Lê ew derket, dest pê kir, bi eşkereyî peyivî û ev gotin belav kir, wisa ku Îsa êdî nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, lê li derve, li cihên bêpêjin dima. Û xelk ji her aliyî ve dihatin ba wî.


Û nav û dengê Îsa zûka li hawirdora Celîlê, li her cihî belav bû.


Lê ew derketin, wan navê wî li seranserê wê herêmê belav kir.


Wan lê vegerand û gotin: «Hin dibêjin Yûhennayê imadkar e, hinek dibêjin Êlyas e û hinekên din jî dibêjin ku yek ji pêxemberên berê rabûye.»


Xwedê jî ji vê re bi nîşanan, bi karên mezin û kerametên cûr bi cûr û bi diyariyên Ruhê Pîroz ên ku li gor daxwaza xwe belav kirine, şahidî kir.


Û ev gotina ha ya li ser wî li seranserê Cihûstanê û hawirdora wê belav bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite