Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 4:28 - Kurmanji Încîl

28 Erd ji ber xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî liba gihîştî di simbil de dide.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

28 Eʼrd ji xwe ber dide, pêşîyê zîl, paşê simbil, peyrʼa jî genimê gihîştî simbilda.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

28 Әʼрд жь хԝә бәр дьдә, пешийе зил, паше сьмбьл, пәйрʼа жи гәньме гьһишти сьмбьлда.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 عَرد بوخو بوخو حاصِله دِدَت: اَوِلی طا، دوورا قُلا کَسْگ و پاشه قُلا تِژی دِندِگ.

Gade chapit la Kopi




Marqos 4:28
19 Referans Kwoze  

Em Xudan nas bikin, Em bikevin pey naskirina wî. Wê li me mîna ronahiya serê sibê esse xuya bibe. Hatina wî wê wek baranê, Wekî barana biharê ku av dide erdê.


û bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin, hûn bi her awayî li wî xweş bên, di her karê qenc de ber bidin û di naskirina Xwedê de bigihîjin.


Ez piştrast im, yê ku di dilê we de dest bi karê qenc kiriye, wê heta Roja Mesîh Îsa wî bîne serî.


Çaxê ku genim gihîşt û ber da, hingê zîwan jî xuya bû.


Çawa ax şaxên xwe dide Û bexçe tovê lê hatiye reşandin dertîne, Wê Reb Xudan jî li ber hemû miletan, Rastî û pesindanê wisa derîne.


Wî her tişt di dema wî de xweş çêkir. Wî herheyîtî kir dilê mirovan. Dîsa jî mirov, karê ku Xwedê dike ji serî heta binî fêm nake.


Wextê her tiştî heye, Di bin ezmanan de dema her kirinê heye.


Riya rastan wekî ronahiya berbangê ye Ku heta nîvro her diçe ronahiyê dide.


Yên weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn, Meywa xwe di demê de dide, Pelê wê naçilmise. Her karê ku dike qenc dike.


Xwedê Xudan ji axê cûr bi cûr darên spehî û xweşfêkî gihandin. Di nava bexçeyê de dara jiyanê û dara zanîna qencî û xerabiyê jî hebû.


Bi şev radize, bi roj radibe, tov şîn dibe û mezin dibe û mirov nizane ku ev çawa dibe.


Gava ku ber digihîje, mirov êdî dasê davêjê, çimkî dema dirûna wî hatiye.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite