Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 15:29 - Kurmanji Încîl

29 Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira!

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

29 Û ewêd ku wirrʼa diçûn-dihatin, ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihʼejandin û digotinê: «Hêyî! Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

29 У әԝед кӧ ԝьррʼа дьчун-дьһатьн, әԝ беһӧрмәт дькьрьн, сәре хԝә дьһʼәжандьн у дьготьне: «Һейи! Нә Тәйе пʼарьстгәһ һьлшанда у се рʼожада чекьра,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 مِرُوه گو وِدَره دا دَرباز دِبون سَره خو دِهَژاندِن و بِ دوژونا دِگُتن: «اَی تِ اَو کَسه گو دِخاست معبده خِرا گَی و سه رُژادا دیسا اَوه چه گَی،

Gade chapit la Kopi




Marqos 15:29
16 Referans Kwoze  

«Me bihîst ku vî mirovî got: ‹Ezê vê Perestgeha ku bi dest hatiye avakirin, hilweşînim û di sê rojan de ezê Perestgeheke din a ku ne bi dest hatiye çêkirin, ava bikim.›»


Ez jî bûm pêkeniya dijminên xwe, Li min dinêrin, serê xwe dihejînin!


Hemû kesên ku di rê de derbas dibin, Ji te re bi tinazan destên xwe li hev dixin. Ji Orşelîma keç re serê xwe dihejînin û difîkînin. Dibêjin: “Ma ji vî bajarî re hat gotin: ‘Ev bi her awayî bedew e! Şahiya hemû dinyayê!’”


“Hemû rêwîno! Ma ev ji bo we ne tiştek e? Binêrin û bibînin Ka êş heye wekî êşa ket serê min, Ev êşa ku di roja hêrsa xwe ya dijwar de Xudan anî serê min.


û gotin: «Vî mirovî got: ‹Ez dikarim Perestgeha Xwedê hilweşînim û di sê rojan de ava bikim.›»


Li zilamê ku te lêxistiye eziyet dikin, Êşa, zilamê ku te birindar kiriye dipeyivin.


Di riya te de min xwe da ber riswakirinê, Ser çavê min nixamt şermê.


Ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite