Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 11:24 - Kurmanji Încîl

24 Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Her tiştê ku hûn bi duakirinê bixwazin, bawer bikin ku we standiye û wê ji we re bibe.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

24 Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, hûn çi ku nava duada bixwazin, bawer bikin ku we îdî standîye û xwestina we wê bê sêrî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Бона ве йәке Әз ԝәрʼа дьбежьм, һун чь кӧ нава дӧада бьхԝазьн, баԝәр бькьн кӧ ԝә иди стандийә у хԝәстьна ԝә ԝе бе сери.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 بَهنده اَز بُ وَ دِبِژِم، هَچی دِشدا اون ناو دعایه دا بِخازِن، وَ ایمان هَبیت گو وَ اَو اینایَ دَست، و اَو دیه بِبیتَ یا وَ.

Gade chapit la Kopi




Marqos 11:24
14 Referans Kwoze  

Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê bistînin.»


û em her çi bixwazin emê jê bistînin. Çimkî em emrên wî tînin cih û em tiştên ku li wî xweş tên dikin.


Careke din bi rastî ez ji we re dibêjim, eger dido ji we li ser rûyê erdê, li ser her tiştê ku bixwazin, bibin yek, ewê ji aliyê Bavê min ê li ezmanan ve ji wan re çêbe.


Eger hûn bi min re bimînin û gotinên min li ba we bimînin, hûn her çi dixwazin bixwazin, wê ji we re bê dayîn.


Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe.


Û gava ku hûn ji bo duakirinê radiwestin, eger li hember kesekî tiştekî we hebe, lê bibihûrin, da ku Bavê we yê li ezmanan jî li sûcên we bibihûre.»


Ji bo vê yekê, yê ku bi zimanê din dipeyive, bila dua bike da ku bikare wergerîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite