Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 10:38 - Kurmanji Încîl

38 Îsa ji wan re got: «Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin? An jî bi wê imada ku ezê pê bêm imadkirin, imad bibin?»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

38 Îsa wanrʼa got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kʼasê vexwin, ya ku Ezê vexwim? Yan jî bi wê nixumandinê bêne nixumandinê bi kʼîjanê Ezê bême nixumandinê?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

38 Иса ԝанрʼа гот: «Һун ньзаньн чь дьхԝазьн. Гәло һун дькарьн жь ԝе кʼасе вәхԝьн, йа кӧ Әзе вәхԝьм? Йан жи бь ԝе ньхӧмандьне бенә ньхӧмандьне бь кʼижане Әзе бемә ньхӧмандьне?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

38 عیسی گُتَ وان: «اون نِزانِن گو اون چه دِخازِن. ما اون دِگارِن ژه وه طاسِگا گو اَز دِوَخُم دا، وَخُن آن وه غُسلا تعمیدا گو اَز دِگِرِم، بِگِرِن؟»

Gade chapit la Kopi




Marqos 10:38
14 Referans Kwoze  

Lê imadeke min heye ku divê ez pê imad bibim û ez çiqas reht im, heta ku ew temam bibe.


Îsa ji Petrûs re got: «Şûrê xwe bixe kalan! Ma ez wê kasa tehl a ku Bav daye min venaxwim?»


Rebê te Xudan, Xwedayê te ku li doza gelê xwe dinêre wiha dibêje: “Va ye min kasa sersemiyê ji destê te stand, Tê êdî ji şerbika xezeba min venexwî.


Di destê Xudan de kase heye, Ji şereba kefdayî û tevlihev; Ew dirêje û tije dike kasê, Hemû xerabên ser rûyê erdê, vedixwin ji retma wê.


Hûn dixwazin û nastînin, çimkî hûn bi niyeta xerab dixwazin, da ku hûn ji bo kêfên xwe bimezêxin.


Bi vî awayî Ruh jî di qelsiya me de alîkariyê dike. Çimkî em nizanin ka divê em çawa dua bikin; lê belê Ruh bi xwe bi nalînên ku nayên îfadekirin ji bo me mehderê dike.


û got: «Ya Bavê min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbas bike. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.»


Wî got: «Abba, Bavo! Tu dikarî her tiştî bikî. Vê kasa tehl ji min dûr bixe! Lê bila ne tiştê ez dixwazim, lê tiştê ku tu dixwazî bibe.»


Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir: «Bavê min, eger bibe bila ev kasa tehl ji min derbas bibe. Lê bila ne wek ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be.»


Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tiştan! Çimkî hindik maye ku ez xerabiyê bi ser hemû beşerê ve bînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Lê li her dera ku tu heriyê, ezê canê te ji te re bikim malê talên.’”


Silêmanê Padîşah got: “Ji bo Adoniya tu tenê Avîşaga Şûnêmî dixwazî? Hema padîşahiyê jî jê re bixwaze! Jixwe birayê mezin e jî! Aviyatarê Kahin û Yoavê kurê Serûya jî pê re ne.”


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan ji min re wiha got: “Tu vê kasa şeraba xezebê ji destê min hilde û bi hemû miletên ku ezê te bişînim ba wan bide vexwarin.


gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite