Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 10:37 - Kurmanji Încîl

37 Wan jê re got: «Destûra me bide ku di rûmeta te de yek ji me li milê te yê rastê, yê din jî li milê te yê çepê rûne.»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

37 Wan jêrʼa got: «Îzinê bide ku rʼûmeta Teda ji me yek li milê Teyî rʼastê, yê din jî li milê Teyî çʼepê rʼûnê».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

37 Ԝан жерʼа гот: «Изьне бьдә кӧ рʼумәта Тәда жь мә йәк ль мьле Тәйи рʼасте, йе дьн жи ль мьле Тәйи чʼәпе рʼуне».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 اَوان گُتنَ عیسی: «بِهلَ گو اَم ناو شُکوه و جلالا تَدا، یگ سَر دَسته تَ یه راسته و یه دیتِر سَر دَسته تَ یه چَپه رونِن.»

Gade chapit la Kopi




Marqos 10:37
10 Referans Kwoze  

Wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nûbûna hemû tiştan de, çaxê ku Kurê Mirov li ser textê xwe yê rûmetê rûne, hûn ên ku li pey min hatine jî hûnê li ser diwanzdeh textan rûnin û dîwana diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin.


Ma nediviya ku Mesîh ev tişt bikişandana û bigihîşta berziya xwe?»


Îcar piştî ku Xudan Îsa bi wan re peyivî, hilkişiya ezmên û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.


Xudan ji efendiyê min re got: «Heta ku ez dijminên te, ji bin lingê te re bikim pêpelûk Tu li milê min ê rastê rûnê.»


Ruhê Mesîh ê ku di dilê wan de bû, ji berê ve kifş dikir ku Mesîh wê cefayê bikişîne û piştre bi rûmet bibe. Wan lê kolan ku bizanin ka ev xilasî wê kengê an wextekî çawa bê.


Kî ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî, gava di rûmeta Bavê xwe de tevî milyaketên pîroz bê, wê ji ber wî şerm bike.»


«Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rûne.


Mîxaya got: “Madem wisa ye guh bide gotina Xudan! Min Xudan dît. Ew li ser textê xwe rûniştiye û tevahiya artêşa ezmanan li çep û rasta wî bû.


Keçên padîşahan di nav jinên te yên bi rûmet de, Şahbanû, di nav zêrê Ofîr de li milê te yê rastê.


Wî jî ji wan pirsî: «Hûn dixwazin ku ez ji bo we çi bikim?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite