Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 1:5 - Kurmanji Încîl

5 Hemû xelkê Cihûstanê û tevahiya Orşelîmiyan dihatin ba wî, gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

5 Ji hʼemû welatê Cihûstanê û tʼemamîya cimeʼta Orşelîmê dihate cem wî, gunêd xwe didane rʼûyê xwe û çʼemê Ûrdunêda bi destê wî dinixumîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Жь һʼәму ԝәлате Щьһустане у тʼәмамийа щьмәʼта Оршәлиме дьһатә щәм ԝи, гӧнед хԝә дьданә рʼуйе хԝә у чʼәме Урдӧнеда бь дәсте ԝи дьньхӧмин.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 تواوی جَماعَتا وَلاته یهودیه و خلقه شَهره اورشلیمه، دِچُنَ لاره وی و گُنَهِت خو اعتراف دِگِرِن و ژه دَسته وی ناو چَمه اردنه دا غُسلا تعمیده دِگِرتِن.

Gade chapit la Kopi




Marqos 1:5
15 Referans Kwoze  

Gelek ji wan ên ku bawerî anîbûn, dihatin, gunehên xwe eşkere dikirin û kirinên xwe digotin.


Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.


Yûhenna bi xwe jî li Eynona nêzîkî Salîmê imad dikir, çimkî li wê derê pirr av hebû. Mirov dihatin wê derê û imad dibûn.


Ev tişt hemû li wî serê Urdunê, li Beytanyayê, li cihê ku Yûhenna lê imad dikir çêbûn.


Îcar elaletên mezin ji Celîlê, ji Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.


Kesê neheqiyên xwe vedişêre, bi ser nakeve, Lê kesê li wan mikur tê û dev ji wan berdide, wê rehmê bibîne.


Min ji te re diyar kir gunehê xwe, Min nenuxamt sûcê xwe. Min ji Xudan re got, «Ezê serhildanên xwe bêjim.» Te bexişand sûc û gunehên min.


Yêşû ji Exan re got: “Lawo! Rabe Xwedayê Îsraêl Xudan birûmet bike û li xwe mikur were. Ji min re bêje ka te çi kiriye, ji min veneşêre.”


Û Yûhennayê imadkar li çolê derket meydanê, mirov hîn dikirin ku tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin û ew bên imadkirin.


Yûhenna cilekî ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî jî qayîşeke çermîn hebû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin.


Yûhenna çirayeke pêketî û ronahîdar bû. We jî xwest ku hûn ji bo demekê bi vê ronahiya wî dilşa bibin.


Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite