Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 1:19 - Kurmanji Încîl

19 Dema ku Îsa ji wê derê hinekî pêşve çû, kurên Zebedî, Aqûb û birayê wî Yûhenna dîtin. Wan di qeyikê de torên xwe vediçinîn.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

19 Dema ku Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî kurʼêd Zebedî, Aqûb û Yûhʼennayê birê wî hat. Wana qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 Дәма кӧ Иса жь ԝи щийи һьнәки пешда чу, рʼасти кӧрʼед Зәбәди, Аԛуб у Йуһʼәннайе бьре ԝи һат. Ԝана ԛәйькеда тʼорʼед хԝә һивез дькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 وقته عیسی گوشگَ دی چو پِش، یعقوب گوره زِبِدی و بِرایه وی یوحنا دیتِن گو ناو قَییقا خودا بون و تُره خو حاضِر دِگِرِن.

Gade chapit la Kopi




Marqos 1:19
11 Referans Kwoze  

Wî Aqûbê birayê Yûhenna bi şûr kuşt.


Gava ku ew ketin bajêr, çûn oda jorîn a ku lê rûdiniştin. Petrûs, Yûhenna, Aqûb, Endrawis, Filîpos, Tûma, Bertolomeyos, Metta, Aqûbê kurê Halfayos, Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê kurê Aqûb li wir bûn.


Wî Petrûs, Aqûb û Yûhenna bi xwe re birin û dest pê kir ket halekî teng û dijwar û diltengiyê ew girt.


Hingê kurên Zebedî Aqûb û Yûhenna nêzîkî Îsa bûn û jê re gotin: «Mamoste, me divê ku em her çi ji te bixwazin, tu ji bo me bikî.»


Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin û ew bi xwe re derxistin çiyayekî bilind; li wir ew bi serê xwe bûn û dîtina wî li ber wan hat guhertin.


Wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna kes li pey wî bê.


Aqûbê Zebedî û birayê wî Yûhenna – wî navê Boanerces li wan kir, ku tê mana «Kurên Gurîna Ezmên» –


Îsa ji wê derê pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê Zebedî û birayê wî Yûhenna. Wan bi bavê xwe Zebedî re di qeyikê de torên xwe vediçinîn. Îsa gazî wan jî kir.


Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.


Îsa ew dîtin nedîtin gazî wan kir, wan jî bavê xwe bi karkeran re di qeyikê de hişt û li pey wî çûn.


Şimûn-Petrûs, Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, Natanyêlê ji Qenaya Celîlê, kurên Zebedî û du şagirtên Îsa yên din bi hev re bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite