Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 9:39 - Kurmanji Încîl

39 Cinek wî digire, kur ji nişkê ve dike qîrîn û cin wî ji hev vedihejîne, heta kef bi ser devê wî dikeve, wî bi şid dipelixîne û zû bi zû ji wî venaqete.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

39 Rʼuhʼekî xirab wî digire û nişkêva dike qîrʼîn vediçʼirʼike, kʼef ser dikʼeve hûrdexweşî dibe û bi zorekê ji wî dûr dikʼeve.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

39 Рʼӧһʼәки хьраб ԝи дьгьрә у ньшкева дькә ԛирʼин вәдьчʼьрʼькә, кʼәф сәр дькʼәвә һурдәхԝәши дьбә у бь зорәке жь ԝи дур дькʼәвә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 رِحَگ وی دِگِریت و اَو نِشگادا قیژیا دِدَت و فَرا تِته دا، وِسا گو دَوْه وی کف دِگَت. اَو رِحَ اَوی دِهَرِشینیت و گَلَک زحمت دَسته خو وی دِکِشیت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 9:39
11 Referans Kwoze  

Çimkî Îsa emir li ruhê nepak kiribû, ku ji wî mirovî derkeve. Wî cinî pirr caran ew digirt. Bi ser ku ew bi qeyd û zincîran girêdayî dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişikandin û cin ew diajot çol û çolistanan.


Îsa lê hilat û got: «Devê xwe bigire û ji wî derkeve!» Cin ew mirov di navendê de avêt erdê, ji wî derket û ziyanek nedayê.


Ruh qîriya, bi şid kurik vehejand û jê derket. Û kurik bû wek miriyan, wisa ku pirraniya wan digot: «Ew mir!»


Wan jî kurik anî ba Îsa. Gava ku cin Îsa dît, di cih de kurik vehejand. Ew ket erdê, kef bi ser devê wî ket û gevizî.


Û milyaketê kortala bêbinî li ser wan padîşah bû, ku navê wî bi Îbranî ‹Abadûn› û bi Yewnanî ‹Apoliyon› e.


Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne.


Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e.


Ruh her li ku derê wî bigire, davêje erdê, kef bi ser devê wî dikeve, diranên xwe diqirçîne û req dibe. Min ji şagirtên te hêvî kir ku vî ruhî derxin, lê nikaribûn.»


Zilamekî ji nav elaletê bi dengekî bilind bang kir û got: «Mamoste, ez lava ji te dikim, bi çavê rehmê li kurê min binêre. Ew yê min ê yekta ye.


Min lava ji şagirtên te kir, da ku ew wî derxin, lê wan nikaribû.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite