Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 7:8 - Kurmanji Încîl

8 Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin min re jî leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim: ‹Here!›, ew diçe û ji yê din re dibêjim: ‹Were!›, ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: ‹Vê bike!›, ew dike.»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

8 Çimkî ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û ji xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Evî tiştî bike›, dike».

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Чьмки әз хԝәха жи мәрьвәки бьн һʼӧкӧмда мә у бьн дәсте мьнда жи әскәр һәнә. Әз йәкирʼа дьбежьм: ‹Һәрʼә›, дьчә, йәки дьнрʼа дьбежьм: ‹Ԝәрә›, те у жь хӧламе хԝәрʼа дьбежьм: ‹Әви тьшти бькә›, дькә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 چون گو اَز بوخو ژی مِرُوَگِم بِن اَمره یگَ دیتِردا. هِندَ سرباز ژی بِن اَمره مِدانَ. اَز دِبِژِمَ یگه،”هَرَ“، دِچیت؛ دِبِژِمَ یگَ دیتِر، ”وَرَ“، تِت. دِبِژِمَ خُلامه خو، ”وه شُله بِگَ“، دِگَت.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 7:8
12 Referans Kwoze  

Xulamno, di her tiştî de serî li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê deynin. Vê jî, ne ji bo ku hûn li ber çavê mirovan xweş bên dîtin, lê belê bi hemû dilê xwe û bi tirsa Xudan bikin.


Pawlos jî gazî sersedekî kir û got: «Vî xortê ha bibe ba serhezar, çimkî tiştekî ku jê re bêje heye.»


Îcar tiştekî ku ez li ser wî ji efendiyê me re binivîsim tune. Ji ber vê yekê min ew anî pêş we, bi taybetî jî pêş te, ya Egrîpa padîşah. Da ku, piştî ew bê kişandin pirsyariyê, tiştekî ku ez binivîsim hebe.


Wî li sersed emir kir ku Pawlos girtî bihêlin, hinekî serbest bihêlin û ji hevalên wî yên ku jê re dibin alîkar re nebin asteng.


«Klawdyos Lûsyos silavan li waliyê giranbiha Felîks dike.


Îcar serhezar gazî du sersedan kir û ji wan re got: «Du sed leşker, heftê siwar û du sed rimdarî amade bikin ku îşev saet di nehan de herin Qeyseriyê.


Ji ber vê yekê jî min xwe hêja nedît ku ez bêm ba te. Îcar hema peyvekê bêje û xulamê min wê qenc bibe.


Gava Îsa ev bihîst, ew li wî şaş ma. Wî berê xwe da elaleta ku li pey wî dihat û got: «Ez ji we re dibêjim ku min di Îsraêlê de jî baweriyeke evqas mezin nedîtiye.»


Îcar leşkeran, wek ku emir li wan hatibû kirin, Pawlos hildan û bi şev ew birin Antîpatrîsê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite