Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 7:7 - Kurmanji Încîl

7 Ji ber vê yekê jî min xwe hêja nedît ku ez bêm ba te. Îcar hema peyvekê bêje û xulamê min wê qenc bibe.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

7 Bona vê yekê min xwe layîqî Te negirt, ku bihatama pey Te jî. Tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Бона ве йәке мьн хԝә лайиԛи Тә нәгьрт, кӧ бьһатама пәй Тә жи. Тʼәне хәбәрәке бежә у хӧламе мьне ԛәнщ бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 بَر خاطره وه هِنده، حتا مِن خو وه رِزه دا نَزانی گو بِمَ خِذمَتا تَ. تِنه قِسَیَگه بِژَ گو خِذمَتکاره مِن دیه شفایه بِگِریت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 7:7
10 Referans Kwoze  

Peyva xwe şand, sihetê da wan, Ji çala ku ketinê, xelas kir wan.


Û hemû heyirî man û tirsiyan, ew di nav hev de peyivîn û gotin: «Gelo ev çi gotin e, çimkî ew bi hêz û desthilatî emir li ruhên nepak dike û ew derdikevin?»


Çimkî wî got û her tişt çêbû; Wî ferman kir her tişt xuya bû.


Hemû heyirîn, ji hev pirsîn û gotin: «Ev çi kar e? Hînkirineke nû! Bi desthilatî ew emir li ruhên nepak dike û ew jî bi ya wî dikin.»


Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim. Paqij bibe!» Û di cih de kotîbûn jê çû.


“‘Bibînin ku ez, ez ew im, Ji xeynî min Xwedê tuneye! Ez dikujim, ez vedijînim, Ez birîndar dikim, ez sax dikim Û kesê ji destê min rizgar bike tuneye.


Xudan hem dikuje hem radike, Dibe diyarê miriyan û tîne.


Mûsa got: “Heke hûn bi baldarî guhê xwe bidin dengê Xwedayê xwe Xudan û ya ku li ber çavê wî rast e bikin, guh bidin emrên wî û miqateyê hemû qanûnên wî bin, ezê wan nexweşiyên ku min dane Misriyan, yekê jî nedim we. Çimkî yê ku şifayê dide we ez im, ez Xudan im.”


Îsa bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihîje mala wî, yê sersed dost şandin pêşiya wî, da ku ew weha jê re bêjin: «Ya Xudan, xwe newestîne, çimkî ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min.


Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin min re jî leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim: ‹Here!›, ew diçe û ji yê din re dibêjim: ‹Were!›, ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: ‹Vê bike!›, ew dike.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite