Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:45 - Kurmanji Încîl

45 Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştê qenc derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştê xerab derdixe, çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

45 Merivê qenc, ji xizna dilê xweyî qenc, qencîyê dertîne, lê merivê xirab, ji xizna dilê xweyî xirab xirabîyê dertîne. Çimkî dilê wî çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

45 Мәрьве ԛәнщ, жь хьзна дьле хԝәйи ԛәнщ, ԛәнщийе дәртинә, ле мәрьве хьраб, жь хьзна дьле хԝәйи хьраб хьрабийе дәртинә. Чьмки дьле ԝи чьва тʼьжи йә зар жи әԝе дьбежә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

45 مِرُوه قَنج ژه خِزینا قَنجیا دله خو قَنجیه دِگَت، و مِرُوه پیس ژه خِزینا پیسیا دله خو، پیسیه. چون گو اَزمان ژه اَو دِشدا گو دل ژه وه سَررِژَ، قِسَ دِگَت.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:45
31 Referans Kwoze  

Ji her tiştî bêtir, dilê xwe biparêze, Çimkî kaniyên jiyanê jê diherikin.


Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve, lê belê ji bo perwerdekirinê çi qenc e – wek ku lazim e – wê bêjin, da ku ew ji guhdaran re keremdar be.


Yê ku baweriyê bi min bîne, wek ku di Nivîsara Pîroz de hatiye gotin: ‹Wê ji dilê wî çemên ava ku jiyanê didin biherikin.›»


Bila peyva Mesîh bi hemû dewlemendiya xwe ve, di dilê we de cih bigire. Bi hemû şehrezayiyê hevdû hîn bikin, şîretan li hev bikin; bi gotina Zebûran, lavije û stranên ruhanî, di dilê xwe de bi şikirdarî ji Xwedê re bistrînin.


Bila ji ber gunehê devê xwe, gotinên lêvên xwe, Ji ber derew û lanet xwendina xwe, Di quretiya xwe de bifetisin.


Bila peyva we, wek ku bi xwê hatiye terbiyekirin, herdem bi keremdarî be, wisa ku hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin.


Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, Lê zimanê şehrezayan şifa ye.


Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan Peymana ku ezê bi mala Îsraêl re girê bidim ev e: Ezê qanûnên xwe bixim hişê wan Û ezê wan li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan, Û ew jî wê bibin gelê min.


Ji hev re Zebûr, lavije û stranên ruhanî bêjin, di dilê xwe de ji Xudan re stran û lavijeyan bistrînin.


Mirov bi bersiva maqûl şa dibe, Gotina di cih de tê gotin, çiqas xweş e!


Yên qure ji bo min dafik danîn, Li qeraxê rê ben tikandin; Ji bo min kemîn danîn.


Ji devê wan xerabî dibare, Şûr dertên ji lêvên wan. «Ma wê kî bibihîze?» dibêjîn.


Petrûs pirsî û got: «Hananya, çima Îblîs dilê te tije kir ku tu li Ruhê Pîroz derewan bikî û hinekê ji perên zeviyê ji xwe re hilînî?


da ku dîwana hemûyan bike û ji bo hemû kirinên nepak ku wan bi nepakiyê kirine û ji bo hemû tiştên hişk ên ku gunehkarên nepak li hember Xudan gotine, bala her yekî bikişîne ser sûcê wî.»


Bi ser ku ez di nav hemû pîrozan de yê herî kêm im jî, ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez Mizgîniya dewlemendiya Mesîh a ku nayê salixdan ji miletan re bidim


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite