Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:42 - Kurmanji Încîl

42 An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Birawo, bihêle ku ez vî qirşikê di çavê te de derxim›, lê tu girşê di çavê xwe bi xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşî girş ji çavê xwe derxe, hingê tê zelal bibînî, ku qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

42 Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bira, bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê tu kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

42 Йан жи чаԝа тӧ дькари бежи бьре хԝә: ‹Бьра, бьһелә кӧ әз ԛьршьк жь чʼәʼве тә дәрхьм›, ле тӧ кʼеране чʼәʼве хԝәда набини? Дӧрʼу! Пешийе кʼеране чʼәʼве хԝә дәрхә. Паше те ԛәнщ бьбини кӧ чаԝа ԛьршьк жь чʼәʼве бьре хԝә дәрхи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 چاون تِ دِگاری بِژی بِرایه خو: ”بِرا، بِهلَ پوروشگا گایه گو ناو چاوه تَدایَ دَرخینِم“، بله تِ کُتِگه دارِگه ناو چاوه خودا نابینی؟ اَی مِرُوه ریاکار، اَوِلی تِ کُتِگه دارِگه ناو چاوه خودا دَرخینَ، هِنگه تِیه باشتِر بِبینی گو بِگاری پوروشگا گایه ناو چاوه بِرایه خودا دَرخینی.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:42
24 Referans Kwoze  

Lê yê ku ji van tiştan bêpar e, kor e, dûr nabîne û ji bîra wî çûye ku ew ji gunehên xwe yên berê paqij bûye.


Îcar, eger yek xwe ji wan tiştan paqij bike, ewê bibe firaxeke ji bo karên birûmet, pîrozkirî û ji bo bikaranîna xwediyê xwe xweşkeys û ji bo hemû karên qenc amade.


Evên ha hemû ji Xwedê ne. Wî bi destê Mesîh em bi xwe re li hev anîn û xizmeta lihevanînê da me.


Ji ber vê yekê, ey mirovê ku dadbar dike, tu kî bî jî hêceta te tune. Ji ber ku di tiştê ku tu yên din dadbar dikî de, tu xwe sûcdar derdixî. Çimkî tu yê ku dadbar dikî, tu eynî tiştan dikî.


got: «Hey kurê Îblîs! Dijminê her rastiyê, bi hemû hîle û xerabiyan tije! Ma tu dev ji xwarûvîçkirina riyên Xudan ên rast bernadî?


Ne pişka te û ne jî para te di vê yekê de heye, çimkî dilê te li ber Xwedê ne rast e.


Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin.


Lê min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî, dilê birayên xwe qayîm bike.»


Lê Xudan lê vegerand û got: «Hey durûno! Ma her yek ji we roja Şemiyê ga an kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê?


Li ser vê yekê peyva ku Îsa gotibû hat bîra Petrûs: «Berî ku dîk bang bide tê sê caran min înkar bikî.» Hingê ew derket derve û bi dilşewatî giriya.


Di dozê de kesê pêşî dibêje rast xuya dike, Lê gava kesê din wî diceribîne, diguhere.


Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî?


An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Bihêle ku ez qirşikê di çavê te de derxim› hê ku girş di çavê te de ye?


Û çima tu qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî?


«Ne dara qenc a ku berê xerab dide heye û ne jî dara xerab a ku berê qenc dide.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite