Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 21:8 - Kurmanji Încîl

8 Îsa jî got: «Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek wê bi navê min bên û wê bêjin: ‹Ez ew im› û ‹Wext nêzîk bûye!› Li pey wan neçin!

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

8 Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Әԝи гот: «Һаш жь хԝә һәбьн, кӧ һун нәйенә хапандьне, чьмки гәләк ԝе пе наве Мьн бен у бежьн: ‹Әз ьм Мәсиһ› у: ‹Әԝ ԝәхт незик ә›, пәй ԝан нәчьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 عیسی گُت: «هیشیار بِن گو وَ ره نَدَرخینِن؛ چون گو گَلَک مِرُو بِ ناوه مِن دیه بِن و بِژِن: ”اَز اَوِم“ و ”وقت گَهَشتیَ“. دوو وانرا نَچِن.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 21:8
26 Referans Kwoze  

Hezkirîno, ji her ruhî bawer nekin, lê ruhan biceribînin ka ew ji Xwedê ne an ne. Çimkî gelek pêxemberên derewîn derketin dinyayê.


Bila tu kes bi tu awayî we nexapîne, çimkî heta ku pêşî ew vegerîna ji baweriyê çênebe û ew mirovê bêqanûniyê yê ku kurê helakê ye, eşkere nebe, ew roj nayê.


Bila tu kes we bi peyvên pûç nexapîne, çimkî xezeba Xwedê ji ber van tiştan tê ser kurên neguhdariyê.


Û gelek pêxemberên derewîn wê derkevin û gelekan bixapînin.


Lê mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin.


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila falbaz û pêxemberên di nav we de, we nexapînin. Guh nedin xewnên wan.


Gelekên ku xelkê dixapînin, li dinyayê belav bûn. Ew eşkere nakin ku Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye. Yê ku xapînok e û dijberê Mesîh e, ev e.


Wê ji we re bêjin: ‹Va ye, li vê derê ye› an: ‹Wa ye, li wê derê ye!› Lê neçin û bi pey wan nekevin.


Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê.


Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi hînkirinê kir û got: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk bûye.»


Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê dixwîne û xwezî bi wan ên ku guhdariya wan dikin û tiştên ku di wê de hatine nivîsîn digirin. Çimkî wext nêzîk e.


Loma min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.»


Ez bi navê Bavê xwe hatim û hûn min qebûl nakin; eger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl bikin.


«Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk e!»


Wan jî ji Îsa pirsî û gotin: «Mamoste, ev tişt wê kengê çêbin? Û çaxê ev tiştên ha li ber çêbûnê bin, nîşana wan çi ye?»


Çaxê hûn li ser şer û hengameyan bibihîzin, netirsin, çimkî divê pêşî ev tiştên ha çêbin, lê belê dawî pêre pêre nayê.»


Îcar Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûnê bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim.


Ma hûn nizanin ku yên neheq Padîşahiya Xwedê mîras nastînin? Neyên xapandin! Yên ku fuhûşê dikin, an pûtperest, an zînakar, an qûnde, an qûngê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite