Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 20:46 - Kurmanji Încîl

46 «Hay ji wan Şerîetzanan hebin ku dixwazin bi xiftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de xelk silavê bidin wan û di kinîştan de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

46 «Hʼevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hʼiz dikin bi çuxêd dirêj bigerʼin, bazarada silavê bidine wan, kʼinîştada kʼursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin rʼûnên.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

46 «Һʼәвза хԝә жь ԝан ԛанунзана бькьн, йед кӧ һʼьз дькьн бь чӧхед дьреж бьгәрʼьн, базарада сьлаве бьдьнә ԝан, кʼьништада кʼӧрсийед пешьн бьгьрьн у шайийада жи һәрәма жорьн рʼунен.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

46 «ژه ماموستایِت تَوراته دور بِن گو هَز دِگَن بِ عبایه دِرِژ ره بِچِن و خلق ناو بازاره دا سِلاوه وان بِگَت و ناو دیرادا جیه همویا باشتِر یه وان بیت و ناو مِوانداریادا آلیه سَریَ مجلِسه رونِن.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 20:46
14 Referans Kwoze  

Wey li we Fêrisiyan! Hûn di kinîştan de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav standinê hez dikin.


Gava wî dît ku yên vexwendî çawa cihên pêş ji xwe re dibijêrin, wî ji wan re meselek got:


Di wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wisa ku pêlhev dikirin, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Hay ji haveynê Fêrisiyan hebin ku durûtî ye.


Îsa ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin.»


Min ji civînê re hin tişt nivîsîn, lê Diyotrefîsê ku dixwaze xwe di nav wan de derxe pêş, me qebûl nake.


Tu jî hay ji wî hebe, çimkî ew gelek li hember gotina me rabû.


Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin.


Pozbilindiya mirov wî nizim dike, Lê nefsbiçûkî rûmetê tîne.


Îsa tembîh li wan kir û got: «Hay ji xwe hebin, xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiyan û ji hevîrtirşkê Hêrodês biparêzin.»


Hingê Îsa ji elaletê û ji şagirtên xwe re got:


Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin, duayên dirêj dikin. Dîwana wan wê hê girantir be.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite