Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 2:51 - Kurmanji Încîl

51 Îcar Îsa bi wan re daket û çû bajarê Nisretê û bi ya wan dikir. Lê diya wî ev tiştên ha hemû di dilê xwe de hilanîn.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

51 Ew tʼevî wan vegerʼîya hate Nisretê û gurʼa wanda bû. Lê dîya Wî ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

51 Әԝ тʼәви ԝан вәгәрʼийа һатә Ньсрәте у гӧрʼа ԝанда бу. Ле дийа Ԝи әв һʼәму тьшт дьле хԝәда хԝәй дькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

51 ایجا گَل وان کَتَ ره و هات بُ ناصِره و اَمره واندا بو. بله داییگا وی تواوی اَو شُلَنَ دله خودا خُدان دِگِر.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 2:51
15 Referans Kwoze  

Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî.


“Dawiya kar heta vê derê ye. Herçî ez Daniyêl im, fikrên min ez gelekî tirsandim û rûyê min çilmisî. Lê min ev tişt di dilê xwe de veşart.”


Birayên wî jê dexisîn, lê xewna wî di hişê bavê wî de ma.


Ma ev ne xerat e? Ma ev ne kurê Meryemê û birayê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimûn e? Ma xwişkên wî ne li vir di nav me de ne?» Bi vî awayî ew ji wî enirîn.


Erê, ji bo vê yekê hûn hatin gazîkirin. Çimkî Mesîh jî ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin.


Îsa bersîv da û got: «Niha bihêle, çimkî divê em hemû rastiyan bi vî awayî bînin cih.» Li ser vê yekê Yûhenna razî bû.


Bi tirsa Mesîh bi ya hev bikin.


Û çaxê wan li gor Şerîeta Xudan her tişt pêk anî, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê.


Da ku ez guneh nekim li hember te, Min di dilê xwe de veşart gotina te.


Hê ku Îsa ji elaletê re dipeyivî, dê û birayên wî li derve rawestan, xwestin ku bi wî re bipeyivin.


Îcar wan rojan Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhenna di Çemê Urdunê de imad bû.


Û ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja Şemiyê ket kinîştê, rabû ser xwe, da ku ji wan re bixwîne.


Û wî ji wan re got: «Bêguman hûnê vê meselê ji min re bêjin: ‹Hekîmo, de xwe bi xwe qenc bike! De ka wan hemû tiştên me bihîstine ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê, li bajarê xwe jî bike!›»


Lê vegerandin û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite