Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 15:20 - Kurmanji Încîl

20 «Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

20 Û rʼabû hate cem bavê xwe. Lê gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hʼemêz kir û rʼamûsa.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 У рʼабу һатә щәм баве хԝә. Ле гава һе дурва баве әԝ дит, дьле ԝи сәр шәԝьти, бәрбь ԝи бәзи, әԝ һʼәмез кьр у рʼамуса.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 «ایجا رابو و چو بُ مالا بابه خو. بله هِشتا دوری ماله بو گو بابه وی اَو دیت، دله وی بُ وی شَوِتی و بَزی بُ آلیه وی، دا بَر سینگه خو و ماچی گِر.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 15:20
22 Referans Kwoze  

Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î, Ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î.


Herçî tu yî, ya Reb, Tu dilovan û keremdar î, Kerem û rastiya te pirr e, tu sebirdar î.


Lê niha hûn ên ku demekê dûr bûn, di yekîtiya Mesîh Îsa de, bi saya xwîna Mesîh nêzîk bûne.


Lê Xudan got: “Ma jin dikare zarokê xwe Yê li ber şîr ji bîr bike? Gelo ma li ber kurê zikê xwe nakeve? Belkî ew jî, ji bîr bikin, Lê ezê te ji bîr nekim.


Lê Esaw bezî hat pêşiya wî, ew hembêz kir, xwe avêt stûyê wî û ew ramûsa. Herdu jî giriyan.


Îcar ew hat, Mizgîniya aştiyê hem ji we yên ku dûr bûn re û hem jî ji yên nêzîk re da.


“Ma kurê min ê delal ne Efrayîm e? Ma kurê min ê şîrîn ne ew e? Tevî ku li dijî wî dibêjim, Ez wî ji bîra xwe dernaxim. Loma dilê min lê tê rehmê, Ezê esse li ber wî bikevim.” Ev e gotina Xudan.


“Min riyên wan dîtin, lê ezê şifayê bidim wan. Ezê rêberiya wan bikim. Ezê bi teseliyê bergîdana wan bidim, Kesên ji wan şînê dikin jî ezê teselî bikim.


Ûsiv erebeya xwe amade kir û çû Goşenê pêşiya bavê xwe Îsraêl. Wî çawa bavê xwe dît, xwe avêt stûyê wî û demeke dirêj giriya.


Wî xwe avêt stûyê Binyamîn û giriya. Binyamîn jî bi girîn ew hembêz kir.


Hemû gelek giriyan, xwe avêtin stûyê Pawlos û ew ramûsan.


Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.»


“Ya Efrayîm, ezê çawa te bidim destan? Ya Îsraêl, ezê te çawa teslîm bikim? Ezê çawa te bikim wekî Admayê? Ezê çawa wekî Sevoyîmê bi te re tevbigerim? Dilê min peritî, Dilovaniya min dikele.


Li ser vê yekê Yoav çû û gotinên Avşalom ji padîşah re got. Padîşah gazî Avşalom kir. Avşalom li pêş wî deverû çû erdê. Padîşah jî ew ramûsa.


Êdî ez ne hêja me ku ji min re ‹kurê te› bê gotin. Min bike wek yekî ji paleyên xwe.›


Kurê wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.›


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite