Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 15:16 - Kurmanji Încîl

16 Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lê kesekî ew jî nedidayê.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

16 Ew hʼewce bû ku zikê xwe bi wan xirnûfêd ku beraza dixwar tʼêr bikira, lê kesekî ew jî nedida wî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Әԝ һʼәԝщә бу кӧ зьке хԝә бь ԝан хьрнуфед кӧ бәраза дьхԝар тʼер бькьра, ле кәсәки әԝ жи нәдьда ԝи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 گورِگی داخازیا هِنده هَبو گو زِگه خو بِ رِسقه بَرازا تِر گَت، بله چه کَسه چه دِشد نَدِدا وی.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 15:16
13 Referans Kwoze  

Efrayîm şivantiya bayê dike, Tevahiya rojê ketiye pey bayê rojhilat. Derew û zordariyê zêdetir dike. Bi Aşûrê re peyman girê dide, Rûnê zeytê dişîne Misrê.


Mirovên xwarina zêde xweş dixwarin, Li kuçeyan wêran bûn. Kesên bi cilên binevşî mezin bûn, Lodên ziblê hembêz kirin.


Ew mirov xwelî diçêre! Dilekî xapiyayî ew ji rê derxist. Ew canê xwe rizgar nake û nabêje: “Ma tiştê di destê min ê rastê de Ne derewek e?”


Li aliyê min ê rastê binêre û bibîne, Tu kes min nahesibîne, Dera ku ez xwe bispêrimê nema, Tu kes bala xwe nade min.


Lê hûn, kurên jina sêrbaz, Ziriyeta zinakar û fahîşeyan, Nêzîkî vir bibin!


Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, Bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne.


Heçî ez im, bêaqil û nezan, Li pêşberî te ez bûm mîna heywan.


«Tiştê pîroz nedin kûçikan û ne jî durên xwe bavêjin ber berazan. An na, ewê wan di bin lingên xwe de biperçiqînin û bizivirin we perçe perçe bikin!


û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan.


Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim.


Ji nav deviyan tolikê dicivînin, Xwarina wan koka hêrvistê ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite