Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 13:16 - Kurmanji Încîl

16 Îcar eva ha ya ku keçeke Birahîm e û ev hejdeh sal bû, Îblîs ew girêdabû, ma bila ew di roja Şemiyê de ji vê qeyda ha nehata vekirin?»

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

16 Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Нә әва жи ԛиза Бьраһим ә, кӧ әва мӧхдаре һʼиждәһ салед ԝе бун, мирещьн әԝ гьредабу. Нә лазьм бу кӧ әԝ рʼожа шәмийе жь ԝе ԛәйде вәбуйа?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 بَهنده ما نابی اَو ژِنِگَ گو ژه نَسلا ابراهیمَ و شیطان هَژده سالا اَو بَندَوار گِره بو، رُژا شَنبیه ژه وه بَنده خَلاص بیت؟»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 13:16
11 Referans Kwoze  

Hingê Îsa ji wan re got: «Roja Şemiyê ji bo mirovan hat danîn, ne ku mirov ji bo roja Şemiyê!


û bi ser hişê xwe ve bên, wisa ku ji xefika Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin.


«Gelî birayan, hûn zarokên dûndana Birahîm û yên din ên ku ji Xwedê ditirsin, ev peyva xilasiyê ji me re hatiye şandin.


Hûn ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bi cih bînin. Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e.


Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e.


De ka fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin û dest pê nekin û ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake.


Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›»


Wî gazî kir û got: ‹Ya bavê me Birahîm, rehmê li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe bixe nav avê û zimanê min hênik bike; çimkî ez di nav vê guriya êgir de ezabê dikişînim.›


Wî ew ji tariyê û ji bin siya mirinê deranîn, Wî şikand zîncîrên wan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite