Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 11:39 - Kurmanji Încîl

39 Lê Xudan ji wî re got: «Hûn Fêrisî derveyê tas û sêniyan paqij dikin, lê hundirê we ji tiştên talankirî û xerabiyê tije ye.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

39 Lê Xudan wîrʼa got: «Awa hûn fêrisîya tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê dilê we hindurʼva bi timayê û xirabîyava tʼijî ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

39 Ле Хӧдан ԝирʼа гот: «Аԝа һун ферьсийа тʼас у финщана рʼуйе дәрвава паԛьж дькьн, ле дьле ԝә һьндӧрʼва бь тьмайе у хьрабийава тʼьжи йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 هِنگه عیسیْ خاده گُتَ وی: «اون فَریسی رویه طاسِگه و دَوریه تَمیز دِگَن، بله باطنا وَ تِژی ژه طمع و پیسیتیَ!

Gade chapit la Kopi




Lûqa 11:39
26 Referans Kwoze  

Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe. Gunehkarno, destên xwe paqij bikin. Dudilîno, dilê xwe safî bikin.


Ji paqijan re her tişt paqij e, lê ji nepakan û bêbaweran re tu tişt ne paqij e; hem hişê wan û hem jî wijdana wan nepak bûye.


Petrûs pirsî û got: «Hananya, çima Îblîs dilê te tije kir ku tu li Ruhê Pîroz derewan bikî û hinekê ji perên zeviyê ji xwe re hilînî?


Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr ji dil dertên.


«Hay ji pêxemberên derewîn hebin. Ew di postê miyan de tên ba we, lê di hundir de ew gurên har in.


Nifş hene di çavê xwe de paqij in, Lê ji qirêjiya xwe nehatine şûştin.


Xudan dît ku xerabiya mirovan li dinyayê gelekî zêde bûye û fikrên dilê wan jî herdem li ser xerabiyê ne.


Ez di nav gelê xwe de, ji gelekên ku di emrê min de bûn, di Cihûtiyê de bêtir pêşve diçûm û ji bo adetên bav û kalên xwe bi zêdehî xîretkêş bûm.


Wî ev ne ji bo ku xema belengazan dixwar, lê ji ber ku ew diz bû got. Xelîtka peran bi wî re bû û tiştê ku diketê jê didizî.


Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.


Gava Xudan dê dît, dilê wî pê şewitî û jê re got: «Negirî!»


Serwerên bajêr wekî şêran dikin himîn, Serekên wî gurên êvaran in. Heta serê sibê tiştekî nahêlin.


Ya Orşelîm! Dilê xwe ji xerabiyê bişo ku rizgar bibî. Wê heta kengê fikrên xerab di nav te de bimînin?


Ji gotinên wî yên xweş bawer neke, Çimkî di dilê wî de heft tiştên kirêt hene.


Wek şêrê ku bi humîn perçe dike nêçîra xwe, Vekirine li min devê xwe.


Wê şiklê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. Tu xwe ji yên weha dûr bixe.


Di dema xwarina şîva êvarê de, ji xwe hingê Îblîs xistibû dilê Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî, ku Îsa bide dest.


Lêvên nerm û dilê xerab, Wekî qasikê ye ku bi zîv hatiye kiraskirin.


û ew şandin ba Xudan, da ku jê bipirsin: «Ma ewê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite