Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 11:22 - Kurmanji Încîl

22 Lê çaxê yekî ji wî bihêztir bavêje ser wî û bikare wî, wê hemû çekên wî yên ku ew li wan ewle dibû, bistîne û talanê leva bike.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

22 Lê gava yekî ji wî qewattir bê û wî bigire, wê ew çʼekê ku wî gumana xwe dabû ser jê bistîne, hebûka wî jî bela ke.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле гава йәки жь ԝи ԛәԝаттьр бе у ԝи бьгьрә, ԝе әԝ чʼәке кӧ ԝи гӧмана хԝә дабу сәр же бьстинә, һәбука ԝи жи бәла кә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بله وقته مِرُوَگه وی قاوَتِر هجومه دِبَتَ وی و شِکَسته دِدَته، سیلاحا گو اَوه مِرُوه تَوَکُلا خو داییه له دِستینیت و خَنیمَته وی لِگ وَدِگَت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 11:22
14 Referans Kwoze  

Loma ezê bi mezinan re parekê bidim wî, Wê talên bi hêzdaran re parve bike. Çimkî wî canê xwe da ber mirinê, Bi serhildêran re hat hejmartin. Lê wî gunehê gelekan hilgirt Û ji bo wan serhildêran lava kir.


Wê rojê wê Xudan Bi şûrê xwe yê dijwar, mezin û hêzdar, Livyetanê marê ku zû direve, Livyetanê marê ku fetlometlo diçe, ceza bike. Wê ejderhayê li deryayê bikuje.


Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”


Zarono, hûn ji Xwedê ne û hûn li hember pêxemberên derewîn bi ser ketin. Çimkî yê ku bi we re ye, ji yê ku di dinyayê de ye mezintir e.


Yê ku guneh dike ji Îblîs e, çimkî Îblîs ji destpêkê ve guneh dike. Ji bo vê yekê Kurê Xwedê xuya bû, da ku karên Îblîs xera bike.


Bi vê yekê wî serwer û desthilatî bêçek kirin û li ser xaçê li hember wan bi serfirazî bi ser ket, bi eşkereyî wî ew raxistin ber çavan.


Dijmin got: “Ezê bidim pey wan û wan bigirim. Ezê talên parve bikim, Dilê xwe bi wan rihet bikim. Şûrê xwe derînim Bi destê xwe wan biqewitînim.”


Çaxê yekî çekdar û bi hêz qesra xwe diparêze, tiştên wî di ewlehiyê de dimînin.


Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.


Ji bo ku hûn bikarin li hember hîleyên Îblîs rawestin, hemû çekên Xwedê li xwe bikin.


Ji ber vê yekê hemû çekên Xwedê bistînin, da ku hûn bikarin di roja xerab de li ber xwe bidin û piştî ku we her tişt kir, li cihê xwe rawestin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite