Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lêwiyî 9:4 - Kurmanji Încîl

4 Ji bo pêşkêşiya aştiyê ya ji bo Xudan ga û beranekî, tevî pêşkêşiyeke dexlê ya ku bi zeytê hatiye hevîrkirin bînin. Çimkî wê Xudan îro li we xuya bibe.’”

Gade chapit la Kopi




Lêwiyî 9:4
18 Referans Kwoze  

Ezê li wir bi gelê Îsraêl re hevdîtinê bikim. Wê bi rûmeta min pîroz bibe.


Mûsa û Harûn ketin Konê Hevdîtinê. Gava derketin, wan gel pîroz û bereket kir. Wî çaxî rûmeta Xudan li tevahiya gel xuya bû.


Mûsa got: “Ya ku Xudan li we emir kiriye ev e ku rûmeta wî li we xuya bibe.”


Qorax tevahiya civakê li dijî Mûsa û Harûn, li ber deriyê Konê Hevdîtinê civand. Rûmeta Xudan li tevahiya civakê xuya bû.


Tevahiya civakê xwest wan bide ber keviran, lê jinişkave rûmeta Xudan li Konê Hevdîtinê li hemû gelê Îsraêl xuya bû.


“‘Gava kesek pêşkêşiya dexlê pêşkêşî Xudan bike, divê pêşkêşî ji arvanê hûr be. Wê rûn birijîne ser û guniyê deyne ser.


Rûmeta Xudan li ser Çiyayê Sînayê bi cih bû. Ewr şeş rojan çiya nixamt. Roja heftan, Xudan ji nav ewr gazî Mûsa kir.


Bila ew ji bo roja sisêyan amade bin. Çimkî ezê wê rojê li ber çavê hemûyan dakevim Çiyayê Sînayê.


Gava Harûn ev ji tevahiya civaka Îsraêl re digot, wan li aliyê beriyê nêrî û rûmeta Xudan di nav ewr de xuya bû.


Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Ji bo pêşkêşiya paqijiyê nêriyekî û ji bo qurbana şewitandinê golikek û berxekî yeksalî yê bêqisûr bînin.


Tiştên ku Mûsa emir kiribû anîn ber deriyê Konê Hevdîtinê. Tevahiya civakê nêzîk bû li hizûra Xudan sekinîn.


“‘Heke pêşkêşî, qurbana aştiyê ya dewêr be, nêr an mê, divê ew heywanekî bêqisûr li hizûra Xudan pêşkêş bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite