24 Agirek ji hizûra Xudan rabû û bez û qurbana şewitandinê ya ku li ser gorîgehê ye daqurtand. Gava tevahiya gel ev dît, ji kêf qîriya û deverû çû erdê.
Milyaketê Xudan serê gopalê ku di destê wî de ye, dirêj kir û danî ser goşt û nanê şikeva. Piştre agir ji zinêr derket, goşt û nanê şikeva xwar. Milyaketê Xudan ji ber çavê wî winda bû.
Dawid li wir ji Xudan re gorîgehekê çêkir û qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin. Wî gazî Xudan kir û Xudan li ser gorîgeha qurbana şewitandinê, ji ezmanan bi êgir bersiva wî da.
Jina wî jê re got: “Heke Xudan bixwesta me bikuje, pêşkêşiya şewitandinê û pêşkêşiyên dexlê ji destê me qebûl nedikir, tevahiya van tiştan nîşanî me nedida û îro ev gotin ji me re nedigot.”
Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng û piyanên zêrîn ên tije bixûr hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in.
Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir: «Bavê min, eger bibe bila ev kasa tehl ji min derbas bibe. Lê bila ne wek ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be.»
Paşê wan bi dorê ev strana pesin û şikirdariyê ji bo Xudan got: “Çimkî ew qenc e, Dilovaniya wî her û her e.” Gava wan pesnê Xudan da, herkes qîriya. Çimkî hîmê Mala Xudan dihat avêtin.
û ji Xudan re dua kir û got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan ku li ser xerûban rûniştî ye. Tenê tu Xwedayê hemû padîşahiyên dinyayê yî. Te erd û ezman afirandin.